Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê “êrîşa terorîstî” ya duhî li roja pêncşemê li ser zerîpoşeke artêşa Tirkiyê li wîlayeta “Batmanê” ya li rojhilatê Tirkiyê şermezar kir.
Hevbendî piştgiriya xwe ji Komara Tirkiyeyê re li hemberî hemî terzên terorê dupat kir, dubare helwesta xwe ya xurt û neguhêr di derbarê vê yekê de piştrast kir, û cext kir li ser pêwîstiya yekkirina bizavên navnetewî yên tund ji bo peyketina terorîstan û sponsorên wan, û xebata ji bo jinavbirina çavkaniyên terorê û dewlet û aliyên piştevanên wê.
Hevbendiya niştimanî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya başbûneke lezgîn ji birîndaran re kir, û hevdem da zanîn ku terorîzma li dijî miletên navçeyê, her yek terorîzm e.
Hevbendiyê got ku “em hemû bacê bêkariya civaka navdewletî didin, ku nikare bi cidî raweste li hemberî serkar û sponsorên wê, ku di pêşiyê wan de rejîma Esad û rejîma Îranê tên”.
Li gorî ajansa Anatoliya Tirkî, teqîna terorîstî ji aliyê çakdarên PKK “terorîst” li gundên wîlayeta “Batman” li rojhilata Tirkiyê hat pêkanîn, û têde 7 hatin kuştin û du birîndar bûn.
Derbarê êrîşa terorîstî, cîgirê serokê Tirkiyê Fuad Oktay got ku dewleta Tirk wê bi heman awayî bersiva terorîst û piştgirên wan li hundur û derveyî welêt bide.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê