Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civînek ligel karsaz û xwedanên kompaniyên Sûrî yên li Tirkiyê lidar xist, û behsa giringtirîn aloziyên tên beraberî bazirgan û karkerên Sûrî li Tirkiyê, di warê derxistina ruxsetan û destûrdana kar û dana bacê kirin .
Civîngeran tekezî li ser giringiya hevkarî û hevrêziyê ji bo naskirina aloziyan kirin, ji bo veguhestina wan ber bi dezgehên Tirkiyê yên fermî , da di rêya komîta Sûrî Tirkî ya hevbeş re çareyên guncaw bo wan deynin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdiletîf diyar kir ko ev hevdîtin wek beşekî ne ji tevgera hevbendiyê ya berdewam, ji bo hemû danîştevan û penaberên Sûrî yên li Tirkiyê têkin raweya yasayî ya Tirkî, û bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî giringiyê dide naskirina hemû arîşeyên karsazan û xwedanê kompaniyan, û dibîne ko heye pêşinyarin ji van hevdîtinan derdikevin, û bi alîkariya aliyê Tirkî yê fermî çare bên dîtin, û bandora wê erênî be ji hemû aliyan re.
Û tekezî kir li ser giringiya têgihandina hemû bazirgan û karkerên li Tirkiyê bi yasayên Tirkiyê, her weha giringiya çakirina mercên karê Sûriyan li hemû bajarên Tirkiyê.
Ji hêla xwe ve endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat tekez kir ko bazirganên Sûrî li bazarên Tirkiyê aktîv in, û destnîşan kir ko serjimara fermî ya Tirkiyê hejmarên mezin û erênî ên wan karan diyar dike.
Û Berekat got ku Hevbendiya Niştimanî dê hemû arîşeyên di civînê de bêne behskirin veguhêze wezareta kar a Tirkiyê da çareyên guncaw ji wan re bibîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî