Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, îro şemiyê civînek ligel nûnerên dewletên dostên gelê Sûriyê li baregeha Hevbendiya Niştîmanî li Stenbolê lidar xist, û bi wan re pêşketinên dawî yên meydanî û siyasî gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bal kişand ku koçber û penaberên Sûrî di rewşeke zehmet de dijîn ji ber bahoz û bagerên dawiyê û got: ” Bêtir ji nîveke xelkê Sûriyê bi zorê ji malên xwe koçber bûne li hundir û derveyî welêt” û hêviya xwe nîşan da ji bo ku alîkaiyên pêwîst bêne pêşkêşkirin ji kampan re.
Serokê Hevbendiya Niştimanî dîsa piştrast kir ku rêjîmê her ji destpêka şoreşê ” bijardeya yekalîkirina leşkerî ya bi xwînê helbijartiye, û em dibînin ku çareseriyek bêhûdeye”, û got ku rêjîmê kontrola xwe li ser xaka Sûriyê bi giştî jidest daye, û nikare xizmetên bingehîn pêşkêş bike ji bo deverên di bin kontrola xwe de.
Wî tekez kir ku bi destê rejîmê tawanên qetlîamê li dijî gelê Sûriyê hatine pêkanîn, ku bisedhezaran mirovên bêguneh bûne qurban û ” Ticarî di dîrokê de nayê jibîrkirin”, û bal kişand ku hewldanên hin welatên ji bo asayîkirina pêwendiya ligel rejîma Esed piştî van hemû tawanan, tenê hewldanên bêhûde ne ji bo rewakirina rêjîma Esed ya bêrewa.
Sebaret pêşketinên pêvajoya siyasî, Mistefa got: “Em geşbîn in bi destpêkirina kar ligel nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî, piştî mandîbûna nûnerê berê bo demekî dirêj”, û bal kişand ku daxuyaniyên Gere Pederson yên li ser pêvajoyeke siyasî ya berfireh cihê dilxweşî ne.
Wî got ku rejîm bi hemû hewldanên xwe wê ji bo astengkirina pêvajoya siyasî kar bike “ji ber ku dizane ku ew dawiya wê ye”, û tekez kir ku “ew di nava Hevbendiyê de, cext dikin ku çi derfet ji bilî bicihkirina biryarên Netewên Yekbûyî nîne, bi riya proseseke siyasî ya berfireh ku têde daxwaz û armancên gelê Sûriyê misoger bibin”.
Herwiha tekezî li ser giringiya bicihanîna biryarên Netewên Yekbûyî û bi taybetî biryara 2254 kir, û divê pêvajoya destûrî dergeh be bo prosesa siyasî, û ji bo dîtina jîngeheka saxlem û bêalî bi riya pêvajoya veguhestina siyasî.
Bal kişand ku hêvî dike ku civaka navnetewî dîtinek hebe ji bo çareserkirina pirsa Sûryê bi biryarên Netewên Yekbûyî, û gavên pratîk, û daxwaz kir ji bo gav hebin ji bo Komîsyona Makezagonê, û got ku “divê bête duristkirin li gorî pîvanên netewnetewî, û divê hevseng, berfireh û cihê baweriyê be, wekî destpêk ji bo pêvajoyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê”.
Û dît ku eger biryarên Netewên Yekbûyî nayên pêkanîn “wê nikaribin milîsên Îranê biqewtînin”, û got: “ku rêxistinên terorîst bi piştgiriya rejîma Esed û Îranê ve hatine dîtin, û bi hebûna rejîmê nikarin dijberiya terorê bikin, yanjî milîsên Îranê biqewtînin, û divê çareseriyeke siyasî hebe..”.
Herwiha bal kişand ku hewldanên hin dewletên erebî ji bo normalkirina têkiliyên bi rejîma Esad re di vê qonaxê de, dibe bibe sedem ji bo astengîkirina prosesa siyasî ya bi piştevanîya Netewên Yekbûyî û herwiha biryara bicihkirina daxuyaniya Cenevre ya 2012, û biryarên Konseya Ewlekarîyê yên têkildar berteng dike.
Derbarê herêma ewle ya çaverê ye bête duristkirin li bakur-rojhilata Sûriyê, Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir li ser piştgiriya Hevbendiyê ji bo lihevkirina Tirkiya û Amerîkayê ji bo serxistina bicihkirina nexşeriya li Munbicê, û bicihkirina wê li rojhilatê Firatê, û diyar kir ku “herêma ewle dê tişteke postîv be ji bo vegera koçber û derbideran, û em dibînin ku divê mirovên derbeder veger in”.
Wî diyar kir ku helwesta Hevbendiyê zelal e derbarê şer li dijî rêxistinên terorîst wek “PYD”, û DAIŞ û “PKK” û milîsên Îranê, û cext li ser giringiya hevahengiya Tirk û Amerîkayê kir di dema vekişîna Amarîka ji herêma rojhilat, da vekişîn nekeve xizmeta rejîmê û Îran û Rusya yanjî rêxistinên terorîst de.
Û Serokê Desteya Danûstandinên Sûriyê Nesr al-Herîrî jî bi riya telekonferansê tevlî civînê bû, û di axaftina xwe de diyar kir ku îro prosesa siyasî careke din vegeriya bo Netewên Yekbûyî, piştî ku Rûsyayê di dema du salên borî de xistibû di bin ajendeyên xwe de, ji ber nebûna aktorên navnetewî li ser dosyeya Sûriyê.
Al-Herîrî diyar kir ku divê çareseriyeke siyasî li Sûriyê bi riya cîbicîkirina daxuyaniya Cenevre û teksta biryara 2254 bi temamî hebe, û diyar kir ku du faktor hene ku bêyî wan ti wateya avakirina komîteya destûrî nîne, ew jî mîkanizmên ji bo peydakirina baweriyê bi riya serbestberdana girtiyan û agirbesta topbaranê li ser hemû navçeyan û tevî peydakirina jîngeheke ewle û bêalî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî