Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel part û aliyên siyasî, dumahîk guhertinên meydanî û siyasî gengeşe kir, bi armanca hemahengiya helwedtan û standina biryarên taybet bi şoreşa Sûriyê.
Ev hevdîtinên hatin encamdan ji aliyê “komîta partî û kombendan” ya hatî dirustkirin bi biryara desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di van herdu rojên borî de li Xazî Enteb û Orfa li Tirkiyê.
Endamê desteya siyasî U’qab Yihiya di hevdîtina nûnerên partî û kombendan de şiroveyek li ser dumahîk guhertinên piroseya siyasî pêşkêş kir herwiha kurtiyek derbarê piroseya çaksaziya Hevbendiya Niştimanî li ser nûnertiya sercem pêkhate û partî û rewtên wê pêşkêş kir.
Yihiya tekez kir ku Rijêm sûre li ser biryar û tawanên xwe yên li dijî gelê Sûriyê, bi sedema piştgiriya bêsînor ya ji aliyê Rûsiya, û got ku li hember vê yekê bêkariyek navdewletî heye li hember neçarkirina Esed bi pêgiriya biryarên navdewletî.
Herwiha ji aliyê Fûad Elîko endamê desteya siyasî û endamê şanda danustandinkar piroseya danustandinê ya li Cinêv û hin movikên sereke yên dikevin li pêş piroseya siyasî û kospên wê û di serî de redkirina Rijêmê li ser tevlîbûna her piroseyek siyasî ya bi awayekî rijd ligor daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 şirove kir.
Endamê desteya siyasî Ehmed Seyd Yosif daxwaz ji sercem part û kombendan kir ku beşdar bibin di sercem helwestan de yên taybet bi şoreşa Sûriyê, û gengeşekirina wan ligel yek bi armanca gihiştina helwestên cîgir li hember rûbirûbûn û dijberiyên tên li rastî şoreşa Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî