Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa û ligel hejmarek ji endamên desteya siyasî ligel şandeke wazereta derve ya Çînê civiya, û behsa dawîtirîn pêşhat û guhertinên meydanî û siyasî yên li Sûriyê kirin.
Mistefa berpirsyaretiya rijêma Esed bi timamî li hember rewşa niha ya Sûriyê piştrast kir, û bal kişand ku welat bi destê Rijêmê hatiye wêrankirin û ji bo bimîne li ser desthildariyê rê daye hatina milîsên Îranê yên terorîst.
Û cext li ser giringiya dadgehkirina tawanbarên şer li Sûriyê kir, bi taybetî tawanên çekên kêmyayî û koçberkirina neçarî yên berdewam, tevlî tawanên bombebarankirinê yên bi bermîlên teqîner û bombeyên fisforî û napalm yên qedexekirî dibin.
Û dît ku Îran rewşa navçeyê û bi taybetî ya Sûriyê ber bi aloziyê dibe, bi riya derbasbûna nav civakan û têkiliyên ligel rêxistinên siyasî û olî û bizavên xwe yên piştgiriya çarçovên derveyî yasa navdewletî.
Û diyar kir ku Tehran dixwaze Sûriyê dagîr bike, û ew Rijêmê han dide li ser qebûlnekirina pêvajoya siyasî û berdewamiya li ser yekalîkirina leşkerî ji bo sepandina dîtineke siyasî ya ligor mercên Îranê.
Û daxwaza roleke bêalî ji Çînê kir û ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî ya ligor tekista daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 bi riya dirustkirina desteyeke hikumraniya veguhêz ya xudan desthilatên tekûz, û daxwaza xistina fişaran li ser Rijêm û Îranê kir.
Û Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa xuya kir ku kiryarên niha yên Rijêmê dibin fakterên nearamiya sivîlan û peydakirina astengiyan li pêşiya jinavbirina terorê, û bal kişand ku sivîl rûbirû koçberiya neçarî tên, wek heman kiryarên koçberkirinê yên li Himus û Hemayê, zêdebarî derxistina biryaran û nemaze biryara hejmar 10 ya bi yasakirina kiryarên guhertina demografî û qedexekirina vegera koçber û penaberan.
Herwiha pêdagirî li ser doseya bi sedhezaran revandî û girtiyên di gortîgehên Rijêmê de kir, û daxwaza diyarkirina çarenivîsa wan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî