Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Elhesen, nerazîbûna xwe ji daxuyaniya berdevka wezareta derve ya rûsî Marya Zaxarofa diyar kir, ya ko tê de gotiye mijara koçkirina serekê rêjîmê Beşar Elesed deriyekî girtî ye, û berê jî hemûyan ev rûpel girtiye, û ne babetekî danûstandinê ye di gotûbêjên Sûriyê de. Li gora gotina wê.
Elhesen got ku daxuyaniya Zaxarofa himberiya miletê Sûrî ye, ew miletê ko bi hezaran qurbanî dane û ji destpêka şoreşê ve daxwaza çûna serekê rêjîmê yê ko desthilatî ji bavê xwe wergirtiye kiriye, û ev pêncî sal in malbata Elesed desthilatdariyê li Sûriyê dike.
Razgirê Hevbendiyê dibîne ko ev daxuyanî bizavên bo pêşketina pirosesa siyasî têk dibe, çi ya ko Mosko li kongirê Sotşî pê radibe , an ya ko Netewên Yekgirtî li Cinêvê pêk tîne.
Elhesen tekez kir ko rêjîm berpirs e di ber kuştin û veşartina bi sedhezaran xelkên Sûriyê û operasiyonên êşkencedanê û tawankariyên cengê de, her weha binpêkirinên berfireh û koçberkirina milyonên Sûriyan û çûna wan ber bi dewletên derdor û welatên cîhanê de.
Elhesen dibîne ko berdewambûna piştgiriya Rûsya ji rêjîma Esed re dihêle ko Rûsya jî aliyek ji nakokiyê be, û ew dê bihêle biryarên kongirê Cinêvê yên ko dixwazin cenga rêjîmê ya dijî milet bidawî bibe têk biçin. Û bal kişand ser ku mana Esed rê nade çêbûna desthilateke veguhêz ya bi hemû erk û karûbaran ya li gora daxuyaniya Cinêvê.
Elhesen daxwaz kir ko giring e pabendiya tekûz bi biryara hejmar 2254ê bibe, ya dibêje ko çi çareseriya herdemî ji bo qeyrana Sûriyê nîn e; eger ne bi piroseseke siyasî ya tevayî be, û bi amanca cîbicîkirina daxuyaniya Cinêvê pabend be, Cinêva ku serekê rêjîmê û peyayên wî li dijî biryarên wê derdikevin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî