Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistafa, pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Keneda birêz Ian Hogart, û şanda pê re kir, û bi wan re pêşveçûnên dawî yên qada siyasî û rewşa meydanî gengeşe kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî supasiya Keneda kir li ser piştgirîya wê ji projeyên pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê koçber û penaberên Sûrî re, û bal kişand ku trajediya gel bi temamî bi dawî dibe bi riya veguhestina siyasî ya berfireh li welêt, li gor tekstên di biryarên navnetewî de hatine, bi taybetî jî di daxuyaniya Cenevre û biryara 2254 de.
Û bal kişand ku daxuyaniyên nûnerê navnetewî yê nû ji bo Sûriyê Gere Pederson yên li ser pêvajoyeke siyasî ya berfireh “cihê hêviyê ye”, û got ku gelek kar hatiye kirin ji bo çalakkirina karê Komîsyona Makezagonê, û cext li ser pêdiviya temamkirina vê pêvajoyê kir, ji bo ku bibe dergeh ji pêvajoyeke siyasî ya rast re , û dîtina jîngeheka siyasî ya aram û bêalî bi riya pêvajoya veguhestina siyasî.
Û got: “Rejîm careke din bi hemû hêza xwe kar dike ji bo rawestandina prosesa siyasî bi carekî heta bidawî bike”, û tekez kir ku “em di Hevbendiyê de rijdin li ser ku bijardeya me bi tenê bicihkirina biryarên Netewên Yekbûyî ne, bi riya prosesa siyasî ya berfireh bi bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê”.
Mistafa bang ji bo vekirina doseya tawanên şerê yên ji aliyê rejîmê li dijî sivîlên Sûriyê kir, û daxwaza nûavakirina Komîteya şopandina rastiyan kir, her weha çalakkirina karê mekanîzma bêalî ya navdewletî û sizadana tawanbarên rejîma Esad, û got : “Di nava wan wêneyên hatibûn belavkirin de ji aliyê efserê cudabûyî (Qayser), wêneyên bi deh hezaran qurbaniyên di bin îşkenceyê hene, tevlî qurbaniyên çekên kîmyayî û bi sedan komkujiyên hovane, ku dîrok tawanên hatine pêkanîn ji aliyê rêjîmê ve ji bîr nake”.
Sebaret herêma ewle ya çaverê bibe li bakur-rojhilata Sûriyê, Serokê Hevbendiyê tekez kir ku ev herêm wê rê bide ji bo vegera bi sedhezaran kesên hatine derbiderkirin ji aliyê milîsên “PYD” li cih û warên wan, û diyar kir ku “herêma ewle erênî ye ji bo vegera koçber û penaberan, û em dibînin ku divê koçberên bi darê zorê vegerin”.
Hejmarek ji berpirsên Hevbendiyê û desteya siyasî amade bûn di vê civînê de ya li navenda Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stenbolê hatibû lidarxistin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî