Şandeke bilind ji Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, bi serokatiya birêz Ebdulrehman Mistafa, Serokê Hevbendiya Niştimanî, ligel nûnerê taybet yê wezareta karubarên derve ya Amerîkayê bo Sûriyê, James Jeffrey û şandeya pê re civiya, û mijara bicîhkirina peymana Idlibê û girîngiya parastina welatiyên sivîl, tevlî pêdiviya aktivkirina prosesa siyasî di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî bi tevahî gengeşe kirin.
Mistefa pabendbûna Hevbendiya Niştimanî ji bo piştgiriya hewldanên siyasî yên bi sponseriya Netewên Yekbûyî piştrast kir, û got:”me piştgiriya biryara desteya danûstandinên sûrî kir, ji bo beşdarîkirina erênî di karûbarên komîteya destûrî de, ya ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatiye damezrandin “.
Wî tekez kir ku karên Komîteya destûrê di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de, beşek bingehîn e ji prosesa destûrî ya tekûz, û bal kişand ser ku encamên wê di bercewendiya prosesa siyasî de ne, û tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina karê her çar sepetan û misogerkirina pêşketina karubarên mijarên hukmraniyê û veguhestina sîyasî û hilbijartinan kir.
Li ser peymana Idlibê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew gaveke erênî bû, û pesnê rola girîng ya Tirkiyê ji bo vê peymanê da, herwiha pesnê piştgiriya navnetewî ya xurt ji peymanê re da, û hêviya beşdarbûna civaka navnetewî ji bo pêşxistina peymana Idlibê ber bi agirbesteke berfireh li Sûriyê kir, û bal kişand ser serdana xwe ya li devera tampon, û got: “Ciwanên me yên şervan amadebûn ji bo bersivdana her êrîşekê ji aliyê hêzên rejîma Esed li wê derê”.
Û diyar kir ku hevbendî dixwaze “Dostên me piştgiriyeke siyasî û dîplomatîk ya zêdetir ji bo tevlîbûna li nav pêvajoya siyasî ya tekûz bikin, ji bo pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên bidestxistina azadî û rûmetê “.
Mistefa bal kişand li ser ku divê giringî bê dan ji bo fayilê girtiyên di girtîgehên rejîma Esed de, û wiha got: “Nabe ew girtî wek kaxezekê ji bo bazarê bikar bên, ev pirseke mirovî ye û gotûbêj li ser nabe, û nabe bêdeng bimînin li ser binpêkirin û tawanên rêjîma Esed”, û hêviya avêtina pêgavan kir ji bo rawestandina îşkence û mirina di bin îşkencê de di girtîgehên Esed de, û rizgarkirina girtiyên mane di zûtirîn dem de.
Mistefa daxwaza sizakirina hemû tawanbarên tawanên şer kir, û di nav wan de tawanên bikaranîna çekên kîmyayî û koçberkirina bi darê zorê yên bi destê Esed, û dawaza standina hewlesteke tund li dijî helwesta rêjîma Esed kir, ku ne tenê ji bo şopandina tawanên wî be, û got: ku “rawestandina van binpêkirinên berdewam berpirsiyariya her kesî ye”.
Û hêviya zêdekirina guhdana navnetewî bi pirsa Sûriyê kir, ji bo vekirina rê li pêş veguhestina siyasî ya berfireh û bicihkirina biryarên navnetewî yên derbarê veguhestina siyasî û damezrandina desteyeke hikumraniya demkî, û zêdekirina fişaran li ser rejîma Esad ji bo cibicîkirina berjewendiyên siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê.
Û derbarê kampa El-Rikban, serokê Hevbendiyê daxwaza pêwîstiya rawestandina dorpêça rejîmê li ser kampê sepsndiye kir, û daxwaza gihandina alîkariyên mirovî yên bilez ji bo xelkê kampê kir, û got: “Ev pirseke lezgîn e û em hêvî dikin alîkarî bi zûtirîn dem derbas bibin”.
Herwiha tekez kir ku mijara avakirinê nayê bi wateya aramiyê, lê girêdayî ye bi mijara jinavbirina mîlîsên terorîst û sizakirina tawanbarên şer.
Di dawiya civînê de got ku “hêviyên xelkê Sûriyê hêjî bi şiyana civaka navnetewî girêdayî ne, ji bo peydakirina jîngeheke guncayî ji bo bidestveanîna daxwazên azadî û rûmetê, bi riya ku viyana navnetewî ji bo dadgehkirina sûcdarên şer xurt bimîne, û nehêlin wan karên kirêt careke din bikin”.
Ji aliyê xwe ve, nûnerê Amerîka tekezî li ser berdewamiya pabendbûna welatê xwe ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê kir, ya li gor biryara 2254 ya Konseya Ewlekariyê, û cext kir ku divê ev çareserî bibe egerê çêbûna Sûriyeke aram û ewle û piralî, û diyar kir ku divê ew nemîne dewleteke piştgir ji terorê re, û nebe gef li ser cîranên xwe bi riya milîsên Îranê yan yên li şûna wê şer dikin.
Herweha tekezî li ser piştgiriya welatê xwe ya tekûz ji bo biryara Konseya Ewlekariya ya 2254 û hewldanên şanderê taybet yê NY Stîvan De Mûstûra yên ji bo damezrandina komîta destûrê li Sûriyê di zûtirîn dem de kir.
Û wî bal kişand ser ku Washington her êrişeke leşkerî li ser Idlibê wek zêdegaviyeke xirab li Sûriyê dibîne, ku dê deverê û jiyana sîvîlan û binesaziya sîvîl têkbibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê