Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza lêdanneke leşkerî dijî Rijêmê ji dewletên endamên herdemî di Encumena Ewlekariyê de û bi taybetî Amerîka û Birêtaniya û Fransa kir, piştî bikaranîna çekên kêmiyayî bi awayekî berdewam, ku dumahîk car roja şembiya borî bajarê Dûma kêmiyabaran kir, û têde zêdetir ji 100 sivîlî hat kuştin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de tekez kir ku bombebarankirina serbazgeh û binke û firokxaneyên Rijêmê yên têne bikaranîn li dijî gelê Sûriyê, erkê wan dewletan ne, ji bo parastina ewlehî û aştiya navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî, her civîneke konseya ewlekariyê, bi hebûna vîtoya Rûsî bêmifa û bêhûde dibîne, û bilez daxwaza raguhestina fayilê tawanên rijêma Esed bo dadgeha tawanên navdewletî kir, û tekezî li ser berpirsyaretiya civaka navdewletî li hember rawestandina dijminkariya li ser Xûta û Dûma kir, û cext li ser giringiya parastina 200 hezar sivîlên navçeya rizgarkirî ya Xûta rojhilat kir.
Hevbendiya Niştimanî, êrîşa niha ya bi kêmiyabarankirina Dûma bi “dijatî û sivkatiyek eşkere bi nirxên mirovîniyê” dît, û Hevbendiya Niştimanî kêmiyabaran û bombebarana Xûtayê bi çekên kêmiyayî û napalim û fosforê û kuştina jin û zarokan yên di asêgehan de bi tawanên şer û qirkirinê dîtin, û Rûsiya berpirsyar dît li tenişt rijêma Esed ya tawankar li hember pêkanîna van tawanên hovane û got ku zarok û jinên di asêgehan de hatin bombebarankirin”.
Hevbendiyê bang li revenda Sûrî û Erebî û azadîxwazên cîhanê kir ku bêdeng nemînin li hember tawanên Rijêmê û daxwaza bizavên bihêz kir, ji bo fişaran bêxin li ser hikûmetên bêdeng li hember tawanên Rijêmê.
Û diyar kir ku serkirdayetiya Hevbendiyê di dema zêdegaviyên Rûsiya û tawanên qirkirinê yên li Dûma, niha têkiliyan ligel dewletên pêwendîdar pêktîne bi armanca sizakirina tawankaran û parastina xelkê me yê li Dûma.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî