Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxuyaniya wezîrê ewqafa rejîmê derbarê qedexekirina çûna heciyên sûrî red dike, û piştrast dike ku ew yek “derew e”, û got ku Erebistana Si`ûdî hemû xizmetên pêwîst ji bo heca heciyên sûrî pêşkêş dike.
Hevbendiyê îro di daxuyzniyekê de careke din supasiya bizavên Erebistana Si`ûdî kir li ser pêşkêşkirina hêsankariyên berdewam bo hecîyên Sûriyê ji bo pêkanîna Hecê bi aramî û hêsanî.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku Komîteya Bilind ya Hecê ya sûrî ya Hevbendiya Nişyimanî bi dirêjahiya heft salan û bi hevrêzkariya li gel Wezareta Hac û Umrê li Erebistana Saudî, berdewam e di pêşkêşkirina xizmeta xwe bo hemû welatiyên sûrî, ku sal bi sal dikarin erkê xwe yê hecê bi çavdêrî û pêşkêşkirina ximetên ciyawaz pêk bînin.
Û bal kişsnd ku girêbesta demsala Haca Sûriyê ya 1440 H – 2019 z, tekest dike li ser zêdekirina para hecîyên Sûriyê da bigihîne 22,500 hecîyan, û pêşbîniya zêdekirina wê li salên pêş de dike.
Hevbendiya Niştimanî rijdeya xwe li ser pêşkêşkirina xizmetên komîteya Hacê ji bo tevaya welatiyên sûrî yên ji seranserî Sûriyê, bê cudahî piştrast kir.
Herwiha dubare bi navê gelê sûriyê, supasiya “helwesta kral û hikûmeta Suûdî kir li ser pêşkêşkirina hêsankariyan û bizavên wê ji bo heciyan û bi taybetî li ser dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo heciyên Sûrî”.
Tê zanîn ku komîteya bilind ya hecê karê qeydkirina navên heciyan bi riya ofîsên xwe li nîva heyva adarê bidawî kiribû, û niha dê pişka bijartina navên heciyan belav bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê