Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku dubarebûna pêkanîna komkujiyan li dijî welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Esed û Rûsya, tê bi armanca jinavbirina hewldanên destpêkirina pêvejoya siyasî, û Civaka Navdewletî bi berpirsyar dît li hember parastina sivîlan û rawestandina oparesyonên leşkerî.
Hevbendiya Niştimanî, îro çarşemê, daxuyanek derxist li ser tawankariyên rejîmê û Rûsyayê yên têne pêkanîn bi rêya berdewamiya zêdegaviyên leşkerî li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, û bi tawanên “beloq” dijî sivîlan û navendên giştî pejirand.
Û daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku “îro, tawanên rêjîmê li dijî sivîlan dubare dibin, û ew bûyerên me hişyarî li ser didan careke din destpê dikin”, û piştrast kir ku rejîmê Esed û alîgirên wê “dê berdewam bimînin li ser pêkanîna tawanan heta ku civaka navnetewî li berpirsiyariya xwe xwedî dernekeve”.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku komkujî li dijî sivîlan, li ser taxên şêniyan û bazar û saziyên bijîşkî hatin pêkanîn, û bal kişand ku bombebaran bû sedema wêrankariyeke mezin û zirarên madî û şewtandina gelek mal û dikanên welatiyan.
Hevbendiya Niştimanî, Civaka Navnetewî, bi berpirsyar dît li hdmber komkujiyên li dijî sivîlan û got: “Civaka Navnetewî ya berpirsiyar li hember jiyana welatiyên sivîl, ketiye di rewşeke bêberpirsiyariyê û xemsariyê de, ku wek berpirsiyar li hember hovîtiya tawanên rejîmê û zêdegaviyên wê tê dîtin”, û bal kişsnd ku rejîmê her bêdengiyeke navdewletî “ji bo kuştin û wêrankirin û tewankariyê bikar tîne”.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku tawanên rejêmê tên ji bo jinavbirina hewldanên şanderê taybet yê NY yên ji bo destpêkirina pêvajoya siyasî, û got ku “bêdengiya navnetewî û bêdengiya sponsorên çareseriya siyasî li hemberî van hewldanan ji aliyê xelkê Sûriyê weke hevkariyekî ligel rejîmê dibînin”.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî