Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyeke xwe de duh tekez kir ko hêj bi hezaran xortên Sûrî yên dilsozên welatê xwe bi rengek hovane li ser destê Esed tên dardakirin, di çarçoveya tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê, yên rêjîm li hindirê zindana Seydnaya bêrawestan pêktîne.
Û destnîşan kir ko rêjîm wê di van tawankarî û pilanan de berdewam be, tako tirsê di dilê sivîlan de biçîne û nuhok û paşeroja wan bikuje, eger gefin jidil lê nebin, û kes tune be rê li ber wî bigire, û giring e hemû aliyên kartêker di civaka navdewletî de pê rabin.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser hişyariyên berdewam ko wan di heyvên bûrî de dane, bi vekolîneke rojnamevanî ya rojnameya Waşinton post belev kir tekez bûn, û aşkere kir ko dardakirin di wê zindanê de bêtir bûye.
Hevbendiyê got bi hezaran malbatên Sûrî ji çend salan ve di tirs û nîgeraniya berdewam de dijîn, derbarê çarenivîsa zarokên xwe, û ew li benda helwesteke erênî ji civaka navdewletî ne, an têwerdaneke kartêker ko dadweriyê pêk bîne.
Hevbendiyê got ku rêjîm û hevalbendên wê dixwezin berdewam bin di pêngav û tawankariyên rêbazkirî de, ko amanca wan têkbirina çareseriya siyasî ye, û demjimêrê bipaş ve vegerînin, li ser kelaxan û xwîn û wêraniyê û tawankariyên ko di salên bûrî de pêk anîne.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got rawestandina tawankariyên cînosayidê derheqê girtiyan de pêşindeyeke nabe dereng bikeve, û ew berpirsiyariyeke tevayî ye, bo hemû dewlet û rêkxistinên baweriyê bi mafên mirovan û nirxên azadiyê tînin, divê fişarê bidin bo operasiyonên êşkenceyê rawestînin, û kar bikin ji bo xelkên Sûriyê ji girtin û binçavkirina kotekî biparêzin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya