Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi tundî danustandinên cihê gomanê yên di navbera herdu rêxistinên terorîst Hizibulah û DAIŞ de bi beşdariya banda Esed şermezar kir, û sersomaniya xwe nîşan da li hember bêdengiya civaka navdewletî derbarê vê yekê, û bicarekî derencamên wan danustandinan red kirin.
Ku duhî zêdetir ji 300 çeteyên DAIŞ ji navçeya Qelmona rojava li gundewarê Şamê bi zêrevaniya hêzên Rijêmê ber bi Dêrazorê ketin, piştî pêkanîna rêkeftinekê ligel “Hizibulah” li ser derketina DAIŞ ji navçeyên sinorî yên Sûriya ligel Libnanê.
Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de tekezî li ser wê yekê kir ku ev danustandin pêwendiyên mikum di navbera DAIŞ û Hizibulah ya ser bi Îranê û desthilata Bişar Esed de eşkere dike.
Hevbendiyê bal kişand ku hersê alî gunehbar in di ber belavbûna terorê de li Sûriya û Libnanê, û dît ku ev rêkeftin dikeve di çarçovê piştgiriya terorê de, û asankariyan pêşkêş dike ji bo terorê, berovajî biryarên encûmena ewlehiya navdewletî û NY yên her têkiliyekê û her hevkariyekê ligel rêxistinên terorîst tawanbar dike.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew encamên vê rêkeftinê red dike, yên derbarê peydakirina kirîdorên aram ji bo çeteyên rêxistina “DAIŞ” ji bo ji Libnanê ber bi Sûriyê derkevin, û ji hikûmeta Libnanê daxwaz kir ku rê li pêşiya veguhestina terorîstan ber bi navçeyê Sûriyê yên rizgarkirî bigire.
Daxuyaniyê cext kir ku şermezarkirina vê girêbestê ne bitenê şermezarkirina aliyê pişkdar e, lê herwiha şermezarkirineke ji dezgehên ewlekariya Libnanê re yên beşdar bûne û bi çavdêriya vê rêkeftin rabûne, û şermezarkirineke ji bo aliyên navdewletî yên li hember vê yekê bêdeng mane.
Hevbendiyê dubare daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê kir ku bi erkên xwe li hember vê binpêkirina mezin rabe, û herwiha bi erkê xwe rabe li hember sercem binpêkirin û tawanên dibin bi çavdêriya banda Esed û aliyên navdewletî yên piştgirên wê, û yên serweriya Sûriyê û mafên xelkên wê û ewlehî û seqamgeriya wan armanc dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî