Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û Rijêm bi hewlên sepandina boçûn û lênêrîna xwe li ser piroseya çareseriyê li Sûriyê bi rêka oparesyonên leşkerî li dijî sivîlan û nemaze zêdegaviya niha ya li ser Idlibê tometbar kirin.
Hevbendiyê li êvariya pêncşemê di daxuyaniyekê de got ku ligel diyalog û gengeşeyên ciyawaz yên li ser çareseriya siyasî dibin, hevdem Rijêm bi piştgiriya Rûsiya hewl dide ji bo sepandina xwe li ser qadê bi rêka siyaseta xwe ya bimebest ya bikaranîna bermîlên teqîner û mûşek û kuştinê û oparesyonên koçberkirin û dorpêçkirinê.
Û got ku hêjî êrîşên firokên Rûsiya û hilîkopterên Rijêmê yên ji heftiyekê ve li ser bajar û bajarokên gundewarê Idlibê berdewam in, hevdem ligel hewlên pêşketina hêzên Rijêmê û milîsên palpiştên wê li ser aniyên başûr.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyê de diyar kir ku êrîşên duhî roja pêncşemê (28’ê çileyê pêşiyê) heta niha û ligor amarên destpêkî bûne sedema kuştina 18 sivîlan ku di nav wan de jin û zarok hebûn, û bi dehan şehîd û bi sedan birîndar ketine her ji destpêka oparesyona niha, û bi sedema êrîşên Rûsiya bi mûşek û bi dehên bermîlên teqîner yên hatine avêtin bi hilîkopterên Rijêmê li ser gund û bajarokên rojhilat û başûrê Idlibê.
Hevbendiyê tekez kir ku têkşikandina pêvejoya siyasî her ji destpêkê de, bijaredeyek stratîjîk a Rijêmê û hevalbendên wê bû, û çaverê nabe ku civaka navdewletî pêşbînî bike ku ev stratîjîk bête guhertin, li dema ku helwestekî ciyawaz bi awayekî bineretî û fişarên rasteqîn neyên standin, û dest bi xwendina fayilê Sûrî bi stratîjiyeke nû, ku guncayî be ligel qebarên erkên wê û sirûşta ketwarên nû.
Daxuyaniyê bal kişand ku bêkariya civaka navdewletî li hember rihakirina sivîlan û têkşikestina wê li hember parastina aştiyê û ewlehiyê li Sûriyê, û ew tenê li tawanan teşaşe dike, û ev yek dibe cihê lêpirsînê, herwiha ev wek erêkirinê tê pesindkirin li hember oparesyonên niha dibin, û her weha li ser hemû encamên wê yên çareseriya siyasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî