Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, xweşhaliya xwe anî ziman li ser daxuyaniyên wezîrê derve yê Amerikayê Michael Pompeo ya derbarê dosya rejîma Esed a pêkanîna binpêkirin, tawanên şer, tawanên dijemirov û tawanên bikaranîna çekên kîmyayî.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de da zanîn ku guhdana rêveberiya Amerîkî bi şopandina dosya binpêkirin û tawanên ji aliyê rejîma Esed ve li Sûriyê û pêkanîna lêkolînan derbarê hûrgiliyên wê, û bîranîna wê li bîra civaka navdewletî, tiştek pir girîng e.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku divê civaka navdewletî ji metirsiya van tawanan haydar be, nemaze ku tawankar hêjî serbest in, û dûrî darizandina navdewletî ne.
Daxuyaniyê zêde kir û got ku ragihandina rêveberiya Amerîka derbarê amadebûna xwe ji her tiştî re ji bo misogerkirina bikarneanîna rejîmê careke din ji çekên kîmyayî re, pêgavek girîng û erênî ye, nemaze heger ligel gavên pratîkî yên zelal be.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dûrxistina rejîmê ji desthilatê û darizandina wê li ser tawanên wê, takerê ye ji bo rawestandina vê wê ji bikaranîna çekên kîmyayî.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku berdewamiya tawanên şer li dijî sivîlan li Sûriyê, dupat dike ku divê civaka navdewletî bilez biryar û gavên siyasî û yasayî bavêje, ji bo rawestandina tawanên şer û dijemirov, û bixebitin ji bo veguhastina tevahiya dosyeyê, di nav de tawana bikaranîna çekên kîmyayî, bo Dadgeha Tawanên Navdewletî , û darizandina rejîmê û aliyên gunehkar bi beşdariya tawanên şer li Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî