Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê operasiyonên bombebarana rojane ya ko rêjîma Esed li gundewarê Hena û Idlibê pêk tîne pirotesto kir û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko peymana Idlibê biparêze û biştgiriya afirbestê bike.
Alavên ragehandina xwecihî anîne ziman ko evro çarşembê bombebaran bû sedema şehîdketina du zarok û jinekê, hem birîndarkirina hinên din li herêma Sehil Elxab rojavayê Hemayê.
Duhî şehîdek û du sivîl birîndar bûne, bi sedema topbara û mûşekan ji hêla hêzên rêjîma Esed ko 13 bajar û bajarok li gundewarê Hemayê amanc kirine, Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev binpêkirin vekolîn di wan de bibe û lêpirsîna berpirsiyarên wan bibe.
Çalakvanan diyar kirin ko hêzên rêjîmê herêmine berfireh li gundewarê Hemayê bi topbaran û mûşekan amanc kirine, ji wan jî: Kefer Zêta, Elltaminê û bajarokê Kefer Nibûde, hem jî bajarê Qelet Elmedîq û Cisir Beyt Elras û Elenkawî, Elhiwîce, Elhewaş, Elşerîe, Eltiwênê û Til Osman, di encamê de çend kes birîndar bûne.
Her weha çend sivîl birîndar bûne, bi sedema hêzên Esed bajar û bajarokên Xan Şêxûn, Elteh, Circinaz, Babolîn û Eltimanie li gundewarê Idlib bi mûşekan û topê bombebaran kirine.
Bi dehan gund û bajarokên parêzgeha Hema û Idlib ji hêla hêzên Esed ketine ber topbaranê û mûşekan, di encamê de birîndar û kuştî ji sivîlan ketine, tev ko herêm di peymana Idlibê de ye ya ko rawestandina bombebaranê dabîn dike.
Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya Ewropî de encamên gurkirina leşkerî ya metirsî ko rêjîma Esed li Idlibê lidijî sivîlan pêk tîne pêşdîtin kiriye, û got giring e parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî dabîn bibe, tako qeyraneke mirovî çênebe û xelk ber bi dewletên cîran ve derbider û penaber nebin.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî