Wednesday, 13 March 2019 15:48

Hevbendiya Niştimanî Tekez Dike ku Gurkirina Leşkerî ya Rêjîmê bi Amanca Wendakirina Dengê Kongirê Biroksilê ye

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko gûrkirina leşkerî ya ku rêjîma Esed birêve dibe û fosfora sotandinê têde bikar aniye, binpêkirin e ji peymana Idlibê re û hewildan e ji bo guhertina çavan ji kongirê Biroksilê ji bo fişaran li ser pêk bîne û beravêtî bike.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de evro çarşembê, got ku plana rêjîmê û hevalbendên wê bi armanca cîbicîkirina kampaniyên gûrkirinê û pêkanîna û tawankariyên cengê ye. Û destnîşan kir ko ev ji bo reva ji çareseriya siyasî û astengkirina bizavên navdewletî yên çareseriya siyasî ye.

Hevbendiya Niştimanî diyar kir ko êrîşên dawî bûn sedema şehîdketin û birîndarbûnê û wêranbûna bajarokê Elhebît û gundê Alsalihiyê û bajarê Sermîn yên ko ketin ber bombebarana bombeyên goşeyî, her weha herêm û bajarokên din li gundewarê Idlib û Helebê.

Hevbendiya Niştimanî bêtir got ku êrîşîn rêjîmê û tawankarî û binpêkirinên wê ranewestiyane ji gava peymana herêma bêçek hatiye imzekirin, û bibîr anî ko rêjîmê ji 2011ê ve pabendî bi peyman û biryarên navdewletî nekiriye.

Û tekez kir ko ev pêşkeftin helwesteke navdewletî ya jidil dixwaze ji hêla dewletên dabînkerên peymanê, û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko bi perpirsiyariyên xwe pabend bin, û bi taybetî ya parastina aştî û ewlehiya navdewletî, û giring e têwerdanê bike bo tawankariyên cengê rawestîne û tawankaran têke ber lêpirsînê.

Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hevbendiya Niştimanî Tekez Dike ku Gurkirina Leşkerî ya Rêjîmê bi Amanca Wendakirina Dengê Kongirê Biroksilê ye