Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê teqîna duqolî ya ko duhî li Idlibê çêbûye pirotesto kir û dibîne ko ji bo tevlihevkirina arîşeyan û peydakirina bêserûberiyê ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko helwestine tund bistîne bo rê li ber piştgirên tiroristiyê bigire.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de bal kişad ser ko bi sedema teqîna duqolî ya tiroristî ya duhî 18 sibatê bi roj li navenda bajarê Idlibê çêbû 17 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûne, û ew bizavek e bo dîmena mirin û tawankarî û kuştinê bînin ber çavan û ew operasiyoneke plankirî ye.
Hevbendiyê destnîşan kir ko ev tawankarî tekez dike ko pevçûn bi rêjîma Esed û tiroristiyê re her yek e û aloz e, û ew bi dawî nabe eger rêjîma tawankariyan û rêkxistinên tirorist ji kok ve neyêne rakirin û kaniyên tiroristiyê zuha nebin û yên piştgiriya wê dikin têk neçin, û nehêlin delîveyê bibînin ku dîsa rehên xwe berdin.
Daxwaz ji Civaka navdewletî bi hemû aliyên xwe ve kir ko ev tawankariya hovane pirotesto bikin, û tevbigerin û piştgiriya çareseriya siyasî bikin, ko bi vê yekê wekû lêvegerê lê bikin û ew tenê dikare tiroristiyê û rêjîma piştgiriya wê dike têk bide, û çavdêrên tiroristiyê ko çi amancên wan bin rê li ber wan bên girtin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ‘’ Pêdiviya Rewşê bi çareseriyeke navdewletî heye, û ne tenê li tiroristiya rêjîma Esed û ya rêkxistinên tiroristî û milîtanên tundrew temaşe bikin, ko ew rojane canê sivîlan têk dibin. ‘’
Û Hevbendiyê got ku aliyên ji vê teqînê re plan kirine, amanca wan peydakirina bêserûberiyê ye, û hewil didin ko bi nerênî bandorê li çareseriya siyasî bikin, û giring e civaka navdewletî bersivê bide û bi helwestine tund bi biryarên navdewletî pabend bibin.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî