Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kir ku herdu teqînên terorîstî yên duhî li Efrînê hatin pêkanîn; bi armanca belavkirina sehm û tirs û şêlupêliyê ne, û Hevbendiya Niştimanî dubare tekez kir ku rijêma Esed sedem û jêder û çavkaniya terorê ye.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de got ku: “Destên terorîstî” li pişt van teqînan in, û got ku “ev kiryarên terorîstî bitenê tên bi armanca belavkirina sehm û tirs û şêlupêliyê, tevlî ku nikarin bigihêjen armancên xwe”.
Hevbendiyê dît ku ew pilan li dijî vîna gelê Sûriyê ne, û bi ser nakevin, ew tên bi hewla têkşikandina vîna azadîxwaziyê, ku ne terorîst û nejî stemkar nagihêjin çi armancan”.
Daxuyaniyê bal kişand ku “wêneya rasteqîn diyar nabe; heger em bi awayekî tak û cuda li van tawanan tameşe bikin. Ev tawan û yên wek wan hevdem tên ligel êrîşên berfireh yên hêzên rijêmê û hevalbendên wê li ser başûrê Sûriyê, ku ev yek pêwendiya mokom di navbera hêzên terorîst yên li Sûriyê û rijêma Esed de diyar dike”.
Hevbendiya Niştimanî dubare tekez kir ku rijêma Esed sedem û jêder û çavkaniya terorê ye, û herger biryar bi jinavbirina vê çavkaniyê nebin, wê teror berdewam belav bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî