Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê duhî di daxuyaniyeke rojnamevanî de tawana terorkirina Şêx Beşîr El-Fêsel Huwêdî, serokeşîra El-elfdalha duhî li bajarê Reqayê şermezar kir.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser giringiya diyarkirina hûrguliyên vê tawanê kir, û daxwaza dadgehkirin û cezakirina kesên berpirsiyar çi aliyê fermana pêkanîna tawanê daye be yan jî kesên plan danîne kir, û herwiha bal kişand ser ku civînên Şêx yên vê dawiyê nîşana hebûna tiliyên çeteyên terorîst yên ku deverê kontrol dikin di vê tawanê de didin.
Hevbendiyê bal kişand ser ku El-Huwêdî bi piştgiriya xwe ya zû ji şoreşa azadî û rûmetê re hatibû naskirin, û herwiha ku bi xurtî çareseriya leşkerî ya ji aliyê rêjîmê ve tê bikaranîn her ji destpêka şoreşê ve red kiribû, û di gelek helkeftan de kar ji bo aştiyê û alîkariya malbatan û serweriya aqil dikir.
Herwiha Hevbendiyê amaje bi helwestên vî dengê Sûrî yê aqilmend, û pabendiya wî bi mafên gelê Sûriyê û redkirina wî ji dagîrkeriya terorîstan ji parêzgeha wî re û daxwaza vegera zevî û malên xelkê ji bo xwediyên wan, û rêvebirina bajar û bajarokan ji aliyê xelkê wê ve kir.
Hevbendiyê tekez kir ku ev helwestên niştimanî yên wî bûne egera ku ew alî bixwazin dengê wî vemirînin, ku alîgiriya wî ya berdewam ji bo maf û rûmeta xelkê, bû sedema ku bibe armanc ji aliyên terorîst û stemkar re bi awayekî rasterast.
Hevdem piştî kuştina El-Huwêdî yekser nakokî di navbera xelkê Reqayê û milîsên “QSD”ê de derketin, tevî ku rêxistina çeteyên DAIŞê berpirsyariya kuştinê bi xwe girt, û tora “Ferat Post” parçevîdîyoyek li ser qewtandina seroka hevbeş ya “Encumena Reqa ya sivîl” Leyla Mistefa, û endamên Encumena Milîsên (QSD) ji xêveta behîdariyê ji aliyê xelkê ve belav kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê.