Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, careke din doza veguhestina doseya tewanên cengê yên li Sûriyê dibin ji bo Dadgeha Tewankariyên Navdewletî, û dadegehkirina çi kesê ku destê wî bi xwîna gelê Sûrî bûye kir, û tekez kir ku çi kesê li dijî wê yekê biskine, hevparê wan tewanan e û berpirs e di ber de.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de, duh êvarî, tekez kir ku berdewamiya dûbarkirina derewan di riya alavên ragihandinê re, nikre wan derewan wek rastî bide pejirandin an jî rastiyê biguhere, rastiya hebûna bihezarên qurbaniyan û wêranbûna dibistan û nexweşxane û bazaran, û derbiderbûn û komkujiyên ku rêxistinên mirovî ew belge kirine, wê tekez dikin.
Û ev wek bersivdanekê ji wezareta karê derve ya Rûsîya re hat, ya ragihandiye ku ew sivîlan bumbebaran nake, û bi tenê komên terorîst armanc dike, lê roj bi moxilan nayê nuxmandin, ji ber ku tewanên zindî ne û tevaya cîhanê lê temaşe dike.
Û hevbendiyê amaje kir ku Metirsiya Terora rêjîman ji terora rêxistinan bihêztir e, û gelê Sûrî zehmetiyên mezin ji terora Rûsiya û alîgirên wê kişandine, bi radeyeke bilindtir ji hemû hêzên terrorîst li Sûriyê, û ew hêzên terorîst destekên wan rêjîman bûn, da gelê Sûriyê û tevaya cîhanê bi wan bitirsînin.
Û hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de got ku wê dadwerî li Sûriyê bicih bibe, û çi kesê ku binpêkirin di derheqê gelê Sûrî de encam dabin, wê bêne dadgehkirin, û bi taybetî yên ku girtiyên siyasî di zindanan de eşkence kirine, û çekên kîmawî li dijî sivîlan bikar anîne, û yên dibistan û bazar û mizgeft bi hemû coreyên çekan topbaran kirine.
Û hevbendiyê anî ziman ku çi kesê hewl dide behaneyan ji van tewan û binpêkirinên derheqê sivîlan re bibîne, ew di van tewanan de beşdar e, û xwe dike çihê şermezarkirinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî