Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û bi hevkariya peymangeha niştimanî ya demokrat “NDI”, pirgramê nîgarkirina siyasetên giştî yên hevpar li ser fayilên xwendin û saxlemiyê û penaberan bi dawî kir.
Ku nûnerên Hevbendiya Niştimanî li bajarê Xazî Entabê di civîna dawiyê ya pirogram de ya ku ji çend workşopan pêkhatibû beşdar bûn, ji bo pênasîna wan fayilan û pêşkêşkirina pêşniyarên kara ji bo başkirina baredoxên kar.
Nûnerên dewletên dostên gelê Sûriyê û NY û rêxistinên navdewletî yên bexşîndar tevlî civîna dawiyê bûn, tevî amadebûna Nezîr Elhekîm sikirtêrê Hevbendiya Niştimanî û wezîrên saxlemiyê û yê xwendinê yê hikûmeta demkî û rêveberê hevkariya navdewletî û rêveberê yekîneya hemahengiya piştgiriyê.
Di civînê de, kaxezên siyasetên hersê kertan hatin pêşkêşkirin, yên hatin ji encama zincîrek ji workşopan bi dirêjiya deh rojan, bi beşdariya kesên pispor ji hikûmeta demkî û rêxistinên civaka sivîl û lêkolînerên kara ji hindur û ji derveyî welat.
Ji aliyê beşdaran ve, tiştên sereke yên cêbicêkirina van siyasetan li gor kertan di çarçova pisporiyê û pêwendiya wan ligor tewerên navhatî di pirogramê van workşopan de, heta bigehe gelek belgename û derencamên hatin pêşkêşkirin û yên piropagende ji wan re dibe.
Li dawiyê beşdar ji civînê derketin bi niyaza cêbicêkirina van siyasetên hevpar di rojevê de û cêbicêkirina encamên wan siyasetan li ser qada welat ji bo têxin di xizmeta tevaya sivîlên Sûriyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî