Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku xwenîşandanên duhî yên li bajarê Idlibê hatin lidarxistin, tekezî kirin li ser sûrbûna gelê Sûriyê li ser daxwazên xwe, û amadebûna ji bo rûbirûbûna rejîmê eger ew “gaveke çavtarî”bavêje.
Hevbendiya Niştimanî li roja înê di daxuyaniyekê de supasiya xelkê Sûriyê kir, ku li zêdetir ji 90 xalan li bajar û bajarokên Sûriya xwenîşandan li dar xistin, ji bo şermezarkirina gefên ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê li dijî Idlibê, û redkirina helwest û daxuyaniyên dawî yên nûnerê navnetewî De Mistura, ku daxuyaniyên wî bi ronahiya kesk ji bo berdewamiya kuştin û koçberkirinê dan zanîn.
Hevbendiya Niştimanî got ku “Gelê Sûriyê bi riya van xwenîşandanan nameyên aşkere û zelal şandin, bi piştrastkirina ku moral û îradeyeke mezin heye ji bo şerê li dijî rêjîmê li Idlibê, û her gaveke bêseruber dê rejîm û hevalbendên xwe baceke mezin bidin”.
Her weha di daxuyaniyê de hat ku ala şoreşa Sûriyê ji aliyê xwenîşanderan hate bilindkirin, û têde nerazîbûna xwe xuya kirin li dijî her “lihevhatin û çareseriyeke binav “, û tekezîkirina li ser prinsîpên şoreşê û berdewamiya wê heta hilweşandina rejîmê, û herwiha xwepêşanderan careke din dijîtiya xwe ji terorê re bi hemî terzên wê ve piştrast kir, û rola Artêşa Azad ya Sûriyê di dijberiya terorê de dibîr anîn.
Hêjayî gotinê ye ku bangekek ji aliyê çalakvanan ve li Idlibê ji bo xwepêşandanên piştî nimêja roja înê di bin navê “berxwedan bijardeya me ye” hatibû, wek amajeyekê li ser berheviya serhildêran li hember rûbirûbûna her kiryareke leşkerî li ser Idlibê ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê .
Ku xwepêşandanên girseyî li piraniya meydanên mezin û sereke yên li bajarê Idlibê hatibûn lidarxistin, bi bilindkirina alên şoreşê û dirûşm û sloganên li dijî rejîma Esad û redkirina teslîmbûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê