Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê xweşhaliya xwe bi erêkirina emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî da, derbarê vekolîneke navdewletî derbarê amanckirina bargehên bijîşkî û yên zindîdar ji hêla rêjîma Esed û Rûsya, û dibîne ko ew fakterekî fişarê ye li ser Rûsya ji bo operasiyonên leşkerî li Idlibê û gundewarê Hemayê rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyek derxist têde tekez kir ko “ erê destpêkirina vekolînê şermok e jî lê pir giring e”, û bal kêşand ser ku ew tekeziyê li ser rola rêkxistina navdewletî dike, bo dadpirsîna yên tawanên cengê kirine û dîsa-ferizkirina ewlehî û aştiya navdewletî.
Hevbendiya Niştimanî got ku belgehkirina amanckirina rêjîma Esed û Rûsya ji bargehên bijîşkî û yên zindîdar re, Rûsya dike jêr fişara navdewletî, û got: Ew rastiya operasiyonên leşkerî yên ko miletê Sûrî û pirosesa siyasî amanc dike aşkere dike.
Bêtir got: Ew gotgot û behaneyên Rûsya û rêjîma tawanê (Elesed) ko şerê tirorê dikin, li erdê dixin, destnîşan kir ko Rûsya xalên bijîşkî yên destnîşankirî amanc dike, û semtên ko netewên yekgirtî dane wan bikar tîne, û Hevbendî dibîne ko ew tawaneke duqolî ye, û gerek vekolîn têde jî bibe.
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş pêncşemba bûrî ragehand ko dupar ji sê parên endamên Encûmena Ewlehiyê erê kirine, ko vekolîneke navdewletî vekin, derbarê êrîşên leşkerî yên Rûsya û rêjîm di wan de bargehên corbicor li bakurê Sûriyê amanc dikin.
Endamên ko daxwaza vekolînê dikin: Emrîka, Birîtanya, Firensa, Elmanya, Belcîka, Bîro, Polenda, Kiwêt û Komara Domînîk û Endenûsya ne.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa got: Rêjîm û Rûsya tawanên cengê yên beloq kirine, û got ku giring e dadpirsîn di tawankarên cengê de li Sûriyê bibe, û dibîne ko sûrbûna rêjîmê û Rûsya li ser vê rêbaza tawankarî, pirosesa siyasî û peymana agirbestê têk dan.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî