Hevbendiya Niştşmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, da zanîn ku Rûsya agirbest wek delîve ji xwe re dît ji bo cîbcîkirina wan siyasetan ku bi hin şêweyên din nikarîbû pêk anîbana.
Di beyanameyekê de Doh êvarê, Hevbendiya Niştşmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê diyar kir ku demjimêrên dawî hûrgiliyên bêhtir derbarê komkujiya ku balafirên Rûsya roja Çarşemê(15 Adarê) li bajarê Idlibê pêk anîbû û têde 25 kes şehîd ketin eşkere kirn, û ew yek binpêkirin e ji yasayên navdewletî re û tawankariyeke berdewam e derheqê welatiyên sivîl ji gelê Sûriyê.
Hevbendiyê destnîşan kir ku ew avahiya hatiye armanckirin ji çar qatan li taxa Qisûr pêk tê, ji ber bombebaranê bi ser sere xwediyên wê de dema razaîbûn rûxiya, û di nava wan de 7 zarok ji yek malbatê, ku zarokên pijîşkê bi navê Mehmûd El-Saih bûn, û lê zêde kir ku ev şehîd tevlî karwanê şehîdan bûn ji cîran û xizmên wan di rêya tawaneke newêrek re, ya ku Rûsya têde agirbest wek delîve ji xwe re dît ji bo cîbcîkirina wan siyasetan ku bi hin şêweyên din nikarîbû pêk anîbana.
Hevbendiya Niştîmanî di daxuyaniya xwe de tekez kir ku berdewamiya helwesta navdewletî ya neberpirsane û destberdana Encumena Ewlehiya Navdewletî ji berpirsyaretiyên xwe, tê wateya berdewamiya rûdana wek van tawanan, ku karîsetên mezin û hûrgilyên bi êş û jan têde hene, û ev yek tevlîheviyê li dverê û cîhanê çêdike.
Herwiha daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku tedbîrên bilez bistîne bo rawestandina dijminkariya li ser gelê Sûriyê, û fişarê bikin ber bi çareseriyeke tekûz ya sûlava xwînê rawestîne, û dawiyekê ji van tawanan re deyne bi mercê ku kesên berpirs bighên sizayê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştşmaniya Sûriyê