Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civînek bi şanda pirograma Emrîkî ya piştgirya Sûriyê (Start) ya bi ser wezareta derva ya Emrîkî ve re li dar xist, û pê re rewşa metirsîdar ya Idlibê û berdewamiya Rûsiya di tewanên cengê de dermafê sivîlan gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya çalakkirina yasaya mafê parastina sivîlan ya di biryarên navnetewî de hatiye kir.
ji aliyî xwe ve şanda Emrîkî got ku dijminkariya hovane ya Esed bi piştgiriya Rûsiya dibe, û jiyana bimilyonan welatî yên zarok û jin jî di nav de hene dike xeternakiyê.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser rola Emrîka di rawestandina Rûsiya de kir, herweha girîngiya ku zextê li ser Rûsiya bike da helmetên leşkerî li bakurê rojavayê Sûriyê rawestîne, û bal kişand ser girîngiya bizavê di hundir Netwên Yekbûyî de ji bo ku Rûsiya wek aliyekî sereke di kêşeya Sûriyê de were naskirin, û nehêlin Rûsiya deng bide derbarê pirojeyên Encûmana Ewlekar.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser hewcedariya girîng bo bilindkirina asta bersivdana lezgîn jibo sivikkirina bandora bobelata mirovahî li Idlibê, û pêşkêşkirina alîkariyên lezgîn û girîng bo derbider û koçberan.
Û herdû aliyan tekezî li ser pêkanîna agirbestê kir, û vegerandina pirosesa siyasî û cîbicîkirina çareya siyasî yaku herdû aliyan dît ku ew çareya bitenê ye li Sûriyê, di riya bicîanîna biryarên navdewletî yên girêdayî bi rewşa Sûriyê û di di serî de biryara 2254 di nav de daxwiyaniya Cinêvê.
Û herdû aliyan karê komîteya şopandina binpêkirinan, ya ku Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Demkî ava kirine kirine gengeşe kir, û tekezî li ser vegerîna derbideran ji ber xwe ve û bi rûmet bo cihên xwe yên resen li tevaya deverên Sûriyê kirin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî