Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Uqab Bihya, û emîndarê giştî Ebdilbasit Ebdiletîf, û endamê desteya siyasî Yihya Mektebî, digel rawêjkarê Firensî yê bo dosya Sûrî, Fabirîs Disbiloşan, civiyan û digel hev dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û siyasî gotûbêj kirin.
Cîgirê serokê Hevbendiyê li ser giringiya têwerdana civaka navdewletî axîvî tako agirbestê feriz bikin, û dijminkariya rêjîmê û piştgirên wê li ser Idlibê û gundewarê wê rawestînin, û daxwaz ji Firensa kir ko helwesteke jidil bigire takê nehêle pirosesa siyasî asteng bibe.
Û li ser karê komîta destûrî ya li Cinêvê pêk tê axivîn. Uqab destnîşan kir ko giring e zembîlên din jî digel karê komîtê vebin û ya sereke daxuyaniya Cinêv û biryara 2254 li gor rêza sincîra dema her yekê ko di wan biryaran de hatiye.
Emîndarê giştî li ser karên desthilata demkî û dîtina wê di birêvebirina herêmên rizgarkirî de axivî. Destnîşan kir ko wezareta fermanberiya xwecihî encûmeneke xwecihî li bajarê Til Ebyed û yek bo bajarê Serê Kaniyê li gundewarê Reqa çêkir, û tekez kir ko giring e xelkên herêmê birêveberiya herêmên xwe bikin.
Û diyar kir ko kar bo aramî û ewlehiyê û damezirandina polîsên xwecihî û pêkanîna desteyeke dadweriyê ya serbixwe tête kirin.
Amadebûyan li ser peywendiyên xurt di navbera miletê Sûrî û yê Firensî de tekez kirin, û gotin ku giring e ew peywendî û berdewam bimînin û bihêztir bibin, û hevrêzkariyê bi Hevbendiya Niştimanî re bikin tako nerînan nêzîk hev bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî