Berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ligel şandeke wezareta derve ya Birêtaniya civiyan, û dumahîk guhertinên meydanî yên Sûriyê û binpêkirinên rijêma Esed yên derheqê sivîlan û astengiyên têne danîn li pêşiya vegera koçber û penaberan bo cih û warên xwe hatin gengeşekirin.
Herwiha dumahîk pêşhatên pêvajoya siyasî û giringiya rola Hevbendiya Niştimanî di meydana siyasî û desteya danustandinên Sûrî de, û pilana Hevbendiyê ya qonaxa tê, û pêşkêşkirina Karekî zêdetir bo navçeyên rizgarkirî, û aktivkirina karê saziyên Hevbendiyê ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyên zêdetir bo xelkê navçeyê û koçberan hatin gengeşekirin.
Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî Dîma Mûsa tekez kir ku çareseriya siyasî li Sûriyê bi ser nakeve bê beşdariya tekûz ya NY û bicihkirina biryarên navdewletî û bi taybetî daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û bal kişand li ser giringiya veguhestina siyasî ya bê Beşar Esed û desteka wî, yên berpirsyar in di ber pêkanîna bi hezarên tawanên şer.
Dîma bal kişand li ser rewşa trajedî ya koçberên vê dawiyê, û got: ku “rijêm bi hevkariya hevalbendên xwe berdewam e di kiryarên kuştin û koçberkirina xelkê bi awayekî kotekî, tevlî binçavkirina girtiyan bê diyarkirina çarenivîsa wan”.
Herwiha daxwaza dijberiya bicihkirina biryara rijêma Esed ya hejmar 10 kir, ku hatiye standin bi armanca bicihkirina kiryarên koçberkirina kotekî û guhertina demografî, û ji bo nehêlana vegera penaberan li cih û warên xwe, û şanda Birêtanî han da li ser dijberiya vê yekê li ser astekî navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî