Thursday, 11 July 2019 20:02

Hevdîtinin Şêwirdarî yên Berfireh ji bo Destnîşankirina Wezîrên Kabîneya Hikûmeta Sûrî ya Demî

Birêz Abdulrahman Mistefa, serokwezîrê destnîşankirî ji bo damezirandina hikûmeta sûrî ya demî, gelek hevdîtinên şêwirdarî ligel hin alî û desteyên sivîl û Sûrî pêk anîn, ji bo zelalkirina plan û karnameya hikûmetê di qonaxa nû de, tevî diyarkirina astengî û zehmetî û derfetên ji bo bijartina kabîneyeke nimûneyî.

Mistefa bal kişand li ser giringiya çalakkirina karê hikûmeta demî ji bo rêveberina tevaya deverên rizgarkirî li Sûriyê, û bidestxistina aramî û ewlekariyê li gel pêşkêşkirina hemû xizmetan ji xelkê re bi riya avakirina sazîyên sivîl, yên bi riya oparesyonên leşkerî û kiryarên rejîma Esed û hevalbendên wê li salên borî hatine wêrankirin.

Wî tekezî kir li ser pêwîstiya guncandina tewerê xizmetgozarî li gel yê siyasî yê girêdayî pêvajoya siyasî, û got ku serkeftina di van herdu teweran de dê bi awayekî erênî bandora xwe li daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina azadî û rûmetê bike.

Mistefa diyar kir ku hikûmeta demî dê kar bike ji bo mifayê ji kadro û taybetmendiyên li deverên rizgarkirî bibîne, ji bo avakirina hikûmeta nû li gor pêdiviyên girîng yên qonaxê, û tekez kir ku duruşma herî sereke ya kar  "nebûna parkirinên sîyasî "ye.

Wî diyar kir ku pêvajoya avakirinê dê li ser xalên erênî di hikûmeta berê de ava bibe, û got: "Em ji sifirê destpê nakin  .. xalên erênî di hikûmeta berê de hene, em ê berdewam bin li ser wan, û li ser bingeha wan ava bikin".

Mistafa pesnê hikûmeta Tirkiyê da  ji bo alîkarîkirina hikûmeta demî ya Sûriyê û pêkanîna wê ji bo birêvebirina deverên rizgarkirî, û tekezî li ser girîngiya hevahengiya bilind û hevkariya mayinde ligel hikûmera Tirkiyê kir,  ji bo misogerkirina hemû pêwîstî û hewcedariyan.

 

Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Hevdîtinin Şêwirdarî yên Berfireh ji bo Destnîşankirina Wezîrên Kabîneya Hikûmeta Sûrî ya Demî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hevdîtinin Şêwirdarî yên Berfireh ji bo Destnîşankirina Wezîrên Kabîneya Hikûmeta Sûrî ya Demî