Birêz Abdulrahman Mistefa, serokwezîrê destnîşankirî ji bo damezirandina hikûmeta sûrî ya demî, gelek hevdîtinên şêwirdarî ligel hin alî û desteyên sivîl û Sûrî pêk anîn, ji bo zelalkirina plan û karnameya hikûmetê di qonaxa nû de, tevî diyarkirina astengî û zehmetî û derfetên ji bo bijartina kabîneyeke nimûneyî.
Mistefa bal kişand li ser giringiya çalakkirina karê hikûmeta demî ji bo rêveberina tevaya deverên rizgarkirî li Sûriyê, û bidestxistina aramî û ewlekariyê li gel pêşkêşkirina hemû xizmetan ji xelkê re bi riya avakirina sazîyên sivîl, yên bi riya oparesyonên leşkerî û kiryarên rejîma Esed û hevalbendên wê li salên borî hatine wêrankirin.
Wî tekezî kir li ser pêwîstiya guncandina tewerê xizmetgozarî li gel yê siyasî yê girêdayî pêvajoya siyasî, û got ku serkeftina di van herdu teweran de dê bi awayekî erênî bandora xwe li daxwazên gelê Sûriyê ji bo bidestxistina azadî û rûmetê bike.
Mistefa diyar kir ku hikûmeta demî dê kar bike ji bo mifayê ji kadro û taybetmendiyên li deverên rizgarkirî bibîne, ji bo avakirina hikûmeta nû li gor pêdiviyên girîng yên qonaxê, û tekez kir ku duruşma herî sereke ya kar “nebûna parkirinên sîyasî “ye.
Wî diyar kir ku pêvajoya avakirinê dê li ser xalên erênî di hikûmeta berê de ava bibe, û got: “Em ji sifirê destpê nakin .. xalên erênî di hikûmeta berê de hene, em ê berdewam bin li ser wan, û li ser bingeha wan ava bikin”.
Mistafa pesnê hikûmeta Tirkiyê da ji bo alîkarîkirina hikûmeta demî ya Sûriyê û pêkanîna wê ji bo birêvebirina deverên rizgarkirî, û tekezî li ser girîngiya hevahengiya bilind û hevkariya mayinde ligel hikûmera Tirkiyê kir, ji bo misogerkirina hemû pêwîstî û hewcedariyan.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî
Hevdîtinin Şêwirdarî yên Berfireh ji bo Destnîşankirina Wezîrên Kabîneya Hikûmeta Sûrî ya Demî