Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Ebdilrehman Mustefa, cejna serê sala Siryan-Aşûriyan ya bi navê Akîto li miletê Sûrî pîroza kir.
Di nivîseke xwe ya ser malperaTiwîterê de got: ‘Bi helketa serê sala Siryan-Aşûriyan Akîto, em pîrozbahiya xelkên Sûriyê yên Siryan-Aşûrî dikin, û hêvî kir ku “ cejnên wan bi xêr û xweşî bin, û rewanê tekoşîn û têkoşeriyê nû bibe, û ligel tevaya xelkên Sûriyê bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna nasnameyeke niştimanî Sûrî ya rêzê li hemû pêkhatiyan bigire. ‘’
Evro duşembê yekem roja sala 6769ê ya salnameya kevn ya ko Aşûrî û Siryanan bikar aniye ye, û rêkxistina Aşûrî ya dîmuqrat daxuyaniyek derxistiye û tê de tekezî li ser giringiya misogerkirina aştiyê li Sûriyê kiriye, ligel veguhastina siyasî ya ko rêjîmeke dîmuqratî damezirîne û amancên miletê Sûrî misoger bike.
Û bal kişand ser ku ‘’cejna me ya Akîto hemçax e ligel derbasbûna heşt salan li ser destpêkirina şoreşa miletê Sûrî ji bo azadî, dadwerî û dîmuqratiyê,‘’ û bêtir got ku “ Qonaxa aştiyane ya şoreşa Sûriyê zû binax bû , ji encama êrîşa rêjîmê û hevalbendên li ser.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî