Li dema ku gef û daxuyaniyên civaka navdewletî li dijî rijêma Esed zêde dibin ji ber zincîra tawanên şer li Sûriyê, ku kêmiyabarana Dûma dumahîk tawana wê bû, careke din rêxistina DAIŞ diyar dibe, û ev yek ji aliyè Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bi “hewlên veşartina tawanên rijêma Esed û çavgirtina ji wan” hat dîtin.
Ku li herdu rojên borî, çend çalakiyên çeteyên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li çend navçeyên ciyawaz yên Sûriyê peyda bûn, û ji aliyê çalakvanên gundewarê Himusê hat gotin ku çar girûpên pêşveçûna ber bi riya Tedmur û Dêrazorê li nêzîk bajarokê Sixnê yê li gundewarê Himusê piştî vekişîna hêzên rijêma Esed û çend çeperên wan li navçeya “Elsebi’h Beyar” û rêbenda “Zaza” li ser riya Bexda û Şamê li nêzîk firokxaneya “Sîn” ya leşkerî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê hatin kontrolkirin.
Wan çalakvanan diyar kirin ku pêştir li dema borî ku hîç çeperên DAIŞ li wê navçeyê nebûn, û bal kişandin ku DAIŞ jinişkave hevdem ligel firîna firokên şer yên Rûsiya û rijêma Esed li esmanê navçeyê diyar bûn, bê ku ew firok êrîşan pêkbînin li dijî wan çeper û xalên ketin di dest çeteyên DAIŞ’ê de.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê derbarê vê yekê tekez kir ku “pêwendiyeke mikom heye di navbera rêxistina DAIŞ û Rijêmê de û ligel yek girêdayî ne”, û cext kir ku Rijêm bû alîkar û rê li ber peydabûn û dirustkirina DAIŞ xweş ker.
Û li çend lêkokînên berê pêwendiyên gomanlêkirî yên berpirsên Rijêmê ligel çeteyên DAIŞ’ê eşkere bibûn, nemaze yên derbarê firotina genim û neftê .
Û duhî çend daxuyaniyên tund li dijî rijêma Esed hatin rojevê piştî êrîşa bi çekên kêmiyayî li roja şembiyê li ser bajarê Dûma û têde nêzîkî 100 sivîlî hatin kuştin, û wezîrê bergiriya Amerîka, James Mattis bi dûr nexist ku karekî leşkerî ji aliyê welatê wî li dijî Rijêmê bête encamdan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî