Hêzên artêşa azad karîn pêşketinek giring li hindur Şamê bi dest bînin, û karîn dorpêçkirina li ser herdu taxên Qabûn û Berzê yên her ji dawiya sala 2012 an bidawî bînin û bişkînin.
Tevî ev bêhtir ji heyvekê ye ku hêzên Bişar radibin bi oparesyoneka bejikî hevdem ligel bombebarankirina avahiyên Qabûn û Berzê bi hewla koçberkirina xelkê wan herdu taxan wek gelek navçeyên Sûriyê yên din wek taxa Elw’ir li Himusê li vê dawiyê.
Herwiha ku di wan navçeyan de zêdetir ji 1200 kesî li ser destê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê şehîd ketine, tevî amzekirina rêkeftina agirbestê û piştî derbasbûna 80 rojan ji destpêkirina agirbestê.
Û ligor amarên ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê ku zêdetir ji 3000 binpêkirin ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê li ser agirbestê hatine pêkanîn, ji wan zêdetir ji 200 binpêkirinî ji aliyê Rûsiya û 45 ji aliyê milîsên Hizibulaha terrorist bûne.
Ku bi piranî ev binpêkirin hatine encamdan li dijî navçeyên Şamê û gundewarê wê û Helebê û gundewarên Himus û Hemayê û Idlibê û gundewarê wê û Der’a.
Herwiha di wê navberê de kiryarên guhertina dîmografîk hatine pêkanîn, ku xelkê Wadî Bereda û derdora wê û Xan Elşêx û taxa Elwi’r li vê dawiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî