Duhî li êvariya înê, komkujiyek li gundewarê Idlibê ji aliyê hêzên Esed ve hat pêkanîn, û têde neh kesên sivîl, bi piranî jin û zarok bûn hatin kuştin, piştî topbarankirina taxên nişteciyên bajarê “Xanşîxon” li parêzgeha Idlibê bi nêzîkî 25 roketên mûşekan.
Li gorî Parastina Sivîl ya Sûriyê ku neh kes şehîd bûn, di nav de şeş zarok û sê jin, ku hin ji wan bi şewitandinê hatin kuştin, û tevlî birîndarbûna neh kesên din, bi sedema komkujiyeke hêzên Esed li ser Xanşîxon li başûrê Idlibê.
Li gor çalakvanan ku topbaran ji aliyê hêzên Esed yên li bajarokê “Abu Dalî” li başûrê bajarê Idlibê hat pêkanîn, û bal kişandin ku hin roket bombeyên deaktîv bûn, lewma bûne sedema teqîn û şewitên mezin.
Çalakvanan diyar kirin ku birîndar ji bo dermankirinê ji bo nexweşxaneyên nêzîk hatin rakirin, ku hinek ji wan bi giranî birîndar bibûn, û herwiha bajarê “Cercinaz” û bajarokên “Telmns” û “Marşmarîn” û “Marşemşa” û “Altih” bi heman awayî hatibûn topbarankirin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê bang li civaka navnetewî kir ji bo bidawîkirina tawanên hêzên rejîmê, û tekez kiribû ku ev komkujî ji aliyê hêzên Esed teqez dikin ku hêjî berê rejîmê li rijandina xwînî ye ji bo astengîkirina her pêvajoyeke siyasî ya welat dûr bike û kuştin û wêrankirin zêdetir bibe.
Hêzên rejîma Esed û mîlîsên wê berdewam in di binpêkirina peymanan, ku bûne sedema kuştina zêdetir ji 100 sivîlan, di nav de 15 kesên sivîl, di hefteya borî de li Xanşîxon bi tenê, ji encama bombebarana berdewam ya rejîmê tevî ku peymana Idlibê tekez dike li ser agirbestê û herêmeke bêçek.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê