Şanda hêzên şoreşê yên leşkerî ji bo Astana ragihand ku peymana Idlibê bi temamî ji aliyê Artêşa Azad ya Sûriyê hate pêkanîn, û tekez kir ku îro navçe ji êrîşên rêjîmê û êrîşên hevalbendên wê parastî ye, ku ev yek rê ji bo dîtina agirbestek bi temamî û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya herdemî li gor biryarên navnetewî vedike.
Serokê şandeyê Ehmed Tohmê roja duşemê di konferanseke rojnamevanî de li bajarê Stenbolê, got ku peymana Idlibê “Li gor tişta li ser hatiya lihevkirin dimeşe, navçe ber bi aramiyê diçe û bi hemû wateya peyvê ewle ye”, û ji welatiyên sivîl xwest ku jiyana xwe bi asayî derbas bikin, û guh nedin daxuyanî û gefên rejîmê yên li ser standina Idlibê.
Û diyar kir, ku hewldanên Artêşa Azad ya Sûriyê û himbêzkirina hemû komên leşkerî di nava xwe de “gav bi gav dibin ji bo parastina şoreşa gelê Sûriyê û girtina riyan li pêşiya piropagendeyên teslîmbûn û xweradestkirinê”, û komên leşkerî han dan ji bo pabendbûna bi birgên peymanê, û destxweşî li gava wan kir, ya ji bo vekişandina çekên giran ji devera peymanê di heman dema destnîşankirî de.
Û tekez kir ku peymanê rê li pêşiya vegera rejîmê li nav navçeyê berî rêkeftina çareseriya siyasî girt, ew çareseriya sîstema dîktatoriyê li gorî wê bi dawî bibe, û Sûriya dê ber bi sîstemeke demokrat û dadperwer de biçe, ber bi dewleteke sivîl a pabend bi dabînkirina jiyaneke bi rûmet û azadî bona xelkê Sûriyê.
Wî herwiha bal kişand ku dem hatiye ji bo vegera rêveberiya sivîl ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan û dabînkirina jiyaneke aram û perwerdeya zarokan û çavdêriya tenduristî û avakirina jêrxana binesazî. û amaje kir ku ev yek wê deverê bike “Nemûneyek ji bo cîhanê, ji ber dema gelê Sûriyê azad bibe wê her tiştî ji bo pêşketina xwe bike”.
Û supasiya Tirkiyeyê û gelê wê kir “li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji bo birayên xwe yên Sûrî û sivikkirina barê zehmetiyan li ser milê wî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê