Hefteya bûrî bêtir ji 11 sivîlan şehîd ketine û nekêmî 40ên din birîndar bûne bi sedema topbaran û mûşekên hêzên rêjîmê û hevalbendên wê yên gundewarê Hema, Idlib û Helebê amanc kirine. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ew binpêkirin tawankariyên cengê ne, û divê berpirsên wan lêpirsîn bi wan re bibe.
Çalakvanan diyar kirin ko 4 şehîd li Idlibê bi sedema armanckirina firokên Rûsî ji bajarrokê Biskirya li herêma Cisir Elşixûr li gundewarê Idlib ketine.
Hêzên Esed rojane û berdewam bi topên giran û mûşekan bajar û bajarokên Kefer Zêta, Elletaminê, Morik û bajarok û gundên Letmîn, Hesraya, Erbîn, Ebû Raîda û Til Sexer û gundê Elcenabire û Eltewbe û Atşan û Mierbike û Elcenabire û Elcabiriyê amanc dikin.
Li gundewarê Idlib gundên Eltimanie û Elhebît û Elteh û circinaz û tilmins û Sekîk û Elxiwîn û Elzerzûr rojane bi topan ji hêla hêzên Esed têne amanckirin.
Rojnameya Ineb Beledî ya xwecihî ji Meyad Elxecer serokê encûmena xwecihî ya bajarokê Elteh evro înê got ku piraniya xelkê bi sedema bombebarana li ser zevîyên derdorê û gund û bajarokên Idlib yên li ser sinor derbider didin.
Elxecer got ku rêje gihaye 90% bi sedema bombebaranê ya ko hêzên Esed di du rojên bûrî de pir xurt kirine, û diyar kir ko bêtir ji 16 guleyên mûşekan duh pêncşenbê li ser bajarok ketine.
Bal kişand ser ko ‘’ xaniyê ko tête amanckirin li erdê dimîne bi sedema heyberên pir-teqîn‘’ û xelkên bajarok nimêja Înê ya tevayî nekirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî