Rêxerê giştî yê desteya bilind ya danustandinan Dr. Riyad Hicab, diyar kir ku piroseya siyasî gelekî bi sistî birêve diçe bi sedema nebûna viyana çareseriya siyasî li rex aliyê Rijêmê û hevalbendên wê û hewlên wan yên ji bo astengîkirina sercem riyên dîtina wê.
Hicab di civîna xwe de ya ligel şanda desteya bilind li baregehê xwe li Cinêvê, tekez kir ku desteya bilind rijd e li ser piroseya siyasî tevlî rêveçûna wê ya bi sistî û got: ” gelek elternativ ji aliyê me hatine pêşkêşkirin ku bi erênî pêşwazî li wan hat kirin û bûne hander ji bo pêşxistina danustandinan”.
Hicab yê îro roja pêncşemê li danê êvarî gihişt Cinêv, bal kişand ku hîç şêweyê karê endamên şanda desteya bilind nabe sedema astengkirinê, herwiha ev yek bi neamadebûna aliyê din yê ji Rijêmê û hevalbendên wê pêktê girêdayî ye, û dît ku sedema sereke vedigere ” nebûna helwesteke navdewletî ya rijd ber bi dawîkirina trajîdiya xelkê Sûriyê û pêkanîna ewlehiyê ji navçeyê re, û dabînkirina veguhestina siyasî dûr ji gunehkarên tawanên şer yên li dijî gelê Sûriyê hatine encamdan”.
Hicab got ku “em tevlî piroseya siyasî bûne û em hevparin ji bo nexşdanîn û nîgarkirina paşeroja Sûriyê û parastina yekîtiya Sûriyê û tevna wê ya komelayetî”, û tekez kir ku cext li ser çareseriya siyasî û cîbicîkirina wê û pêkanîna veguhestinek rêkûpêk bi armanca “qedexekirina bêserûberiyê û dabeşkirina welat û avakirina navçeyên zalbûna navdewletî “, û got: “me yasayek dadperwer û hemweltîbûna bi wekhevî û demokratiyek û serkeftî bo welatê xwe divê”.
Hicab cext kir ku tawanên şer yên mezin di derheqa gelê Sûriyê de ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê hatine pêkanîn ji bo ” têkşikandina îradeya wan û destberdana ji mafên azadî û rometê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî