Îro li sereya Elîzê li Parîsê şanda Desteya Bilind Ya Danustandinan bi serokatiya rêxerê giştî yê desteyê Riyad Hicab ligel serok Îmanol Makron serokê Firinsa civiya, herwiha duhî jî li roja sêşemê ligel Îf Lodriyan wezîrê derve yê Firinsa li bargeha wezareta derve kom bibû.
Hicab di herdu hevdîtinên xwe de tekezî li ser pabendiya opozisyona sûrî bi piroseya siyasî û piştgiriya her rêkeftinekê ligor cêbicêkirina biryarên navdewletî û başkirina rewşa mirovî ya xelkê Sûriyê kiribû.
Rêxerê giştî yê desteyê diyar kiribû ku pêwîtî heye bi pêrewkirina stratîjiyek nû ji piroseya danustanan re ji bo sivikkirina êş û derdeseriyên xelkê Sûriyê û peydakirina hêviyê, û hevdem destxweşî li daxuyaniya wezîrê derve kir ya derbarê giringiya ku danustandinên Cinêv bigihêjin çareseriyekê û bidawîkirina tawanên li dijî gelê Sûriyê dibin.
Herwiha di hevdîtina îro ya ligel serokê Firinsa û wezîrê derve de, mijara rêkarên hevkariyê ji bo dijberiya terorê û girûpên tundrew yên bûne gef li ser ewlehiya cîhanê hatin gengeşekirin, tevlî gengeşekirina oparseyona dijwar ya Rijêmê û hevalbendên wê xwe ji bo amade dikin li tevahiya Sûriyê, nemaze li ser sînorê Sûriyê-Îraqê, û li parêzgehên başûr û li gundewarê Heleb û Hema û bizavên wan yên ji bo têkbirina hemi lihevkirin û hevdengiyên navdewletî yên ji bo bidawîkirina şer.
Hicab supasiya helwesta Firinsa ya piştgiriya şoreş û mafên gelên Sûriyê kir, û daxwaza rolek Ewropî ya kartêker li ser astê diblomasî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî