Hevrêzkarê desteya bala ya danûstandinan Riyad Hicab got ku ti destberdan ji daxwaza çûna Esed û peyayên wî yên ko tawankarî derheqê miletê Sûrî de kirine tune ye.
Hicab di nivîseke xwe de li ser Tiwîterê, dibîne ko gotina balyozê Rûsî ya li Cinêvê kiriye û têde dibêje ku şanda opozisyonê daxwazên xwe kêm kirine“xapandineke ragihandinî ye û li dijî karê pîşeyî û rastiyê ye ”, û destnîşan kir ko miletê Sûrî gotina xwe derbarê Esed û zilamên wî gotine, û ne ji mafê desteya danûstandinan e ko dest ji daxwazên bingehîn yên miletê Sûrî berde.
Hicab di hevpeyivînekê digel rojnameya Elheyat duh yekşembê got ku mana Esed di desthilatê de dê bêserûberiyê bêtir bike û rola rêkxistinên terorist xurtir bike, û dê bêtir milîtanên mezhebperest bîne Sûriyê, bêtir got ku hebûna Esed cudahî û kînê û hevrikiya mezhebî bêtir bike, bi taytbetî wî rewaya xwe jidest daye piştî ko eşkera bû ku çekên kîmawî li dijî miletê xwe bikar anîne.
Hicab destnîşan kir ko di hevdîtina digel serokê Firensa Îmaniwêl Makron, wî ji serokê Firensî re diyar kir ko rêya herî biencam di vê mijarê de ji bo ev dose bête girtin ew e, ku Esed û hemû kesên destê wan di tawankarî û binpêkirinên derheqê miletê Sûrî de heye, ji dadgehê re bêne pêşkêşkirin û rizgarnebûna wan ji sizayê dabîn bibe.
Derbarê Cinêvê de, Hicab tekez kir ko hîn ti pêşketina berçav di danûstandinan de çênebûye, û got ku navgîniya navnetewî di cihê xwe de dizîvire, ji ber ku rêjîm hevkariya digel wê red dike, û di binpêkirina yasaya navdewletî de berdewam e, û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê red dike, û bi berdewamî hewil dide ji bo bizavên şandyarê navnetewî têk bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî