Wek beşekî ji pilana Hikûmeta Sûrî ya Demkî û wezareta perwerde û fêrkirinê ya ji bo pêşxistina xwendina zankoyê li navçeyên azad, serokê Hikûmetê, Abdilrihman Mostefa, avahiya Zanîngeha Heleba Azad li bajarê Izazê yê girêdayî Helebê vekir.
Û di merasîma vekirina zanîngehê de wezîrên Hikûmetê û serokê zankoya Helebê Dr. Yasîn Xalîfe, amade bûn, û Hikûmetê got ku ev gav beşek ji pilanên Hikûmetê ne di warê berfirehkirina karta zanistî, da bibe kaniyeke zanistî ya hêja ji bo amedekirina nifşan, yên karibin waneyên xwe di riya tiknolociya û alavên hînkirinê yên nûjen re werdigrin.
Û Abilrhman Mostefa di gotina xwe de, tekez kir ku vekirina zanîngehê li navçeyên rizgarkirî, gaveke girîng e jibo amadekirina kadroyên zanistî û yên rêvebirê bo navçeyên rizgarkirî, û bal kêşand ser ku ev gav jidilbûna hikûmeta demkî di bizavên wê de diyar dike, yên piştgiriya hînkirinê û avakirina avahiyên wê ji bo bicîkirina hewcedariyên wlatiyan.
Û got ku paşre wê gavin din di warê vekirina zankoyên curbecur de bêne avêtin, û dît ku ew gav mîna derfetekê ye ji bo danîna bingeha beşdariyê di pirosesa pêşxistina dezgehan de, û mukumkirina aramiyê li tevaya deverên azadkirî.
Û daxwaza yekkirina ked û karê tevaya aliyan, û beşdariya kartêker a hemû kadroyan kir, ji bo bicîkirina pilanên zanistî yên bingeha serkeftina paşerojê ne, û keda karmend û tîmên îdarî ya “ji bo vekirina zankoyê û pêşxistina vê avahiya şaristanî jibo gêncên gelê me yê resen” bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî