Şanda hikûmeta demekî ya Sûrî serdana wezareta derve ya Elmanyayê li Berlinê kir, û bi rayedarên wê re behsa rewşa meydanî li Sûriyê bi giştî û ya herêmên rizgarkirî bi taybetî û pêşkêşkirina xizmetgozariyan, û rewşa xizmetê û saziyan kir.
Şanda hikûmeta demkî, hevdîtin ligel balyozê Elmanayayê Eckhardt Biroza, û kordînatorê alîkariya Elmaniya li Rojhilata Navîn, Patrick Vgner, tevlî berpirsa wezareta derva ya Elaminyayê ya hemahengiya fayilê Sûriyê Isabella Mancuso kir.
Ji aliyê şanda navhatîve behsa zehmetiyên dikevin di riya çalakî û karên dezgehên xizmetê de li deverên rizgarkirî hat kirin, tevlî diyarkirina pêdawîstiyên giring bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo hejmareke mezin ji koçberên kotekî li deverên bakurê Sûrîyê.
Herwiha di hevdîtinê de gotubêj hatin kirin li ser bihêzkirina hevkariyê di navbera herdu aliyan de, ji bo perepêdana hin pirojeyên xizmetgozariyê yên ji aliyê hikûmetê ve li herêmên rizgarkirî bicih dibin, û behsa pirsa “Sebeta Dabînkirinê” û pirojeyên paşerojê yên li van deveran dibin bû.
Di civînê de behsa giringiya hebûna hikûmeta demkî û pêwîstiya piştgiriya bi rastî ji karê wê re li herêmên rizgarkirî piştî wêranbûna piraniya navendên tenduristî û perwerde û xizmetguzarî û dezgehên dadwerî li ser destê Esed û hevalbendên wê hat kirin, ji ber ku ew kar wê êşên sivîlan sivik bikin û bibe fakter ji bo xurtkirina çalakiyên medenî û demokrasî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî