Wednesday, 11 January 2017 20:55

Hilîkopterên Rêjîmê Di Sala 2016an De 13hezar Bermîlên Teqîner Avêtine

Toreya Sûriyê ya Mafên Mirovan got ko hêzên Rêjîmê di sala 2016an de 13hezar bermîlên teqîner bi ser herêmên rizgarkirî de berdane, û bi sedan sivîl şehîd ketine.

Toreyê diyar kir ko mezintirîn hejmara bermîlan bi ser parêzgeha gundewarê Şamê de bû, di pey re Heleb û Hema û Idlib tên. Û destnîşan kir ko bi sedema bombebarana bermîlên teqîner 635 sivîl ji nav wan jî 160 zarok û 80 jin hatine kuştin.

Bêtir got ko bombebaranê 97 navendên zindîdar û 23 navendên olî û 28 bargehên bijîşkî hin jê beşek ji wan û hin bi tekûzî wêran kirine.  

Hejmara binpêkirinên peymana agirbestê ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî gihaye 399 caran, piştî 11 rojan ji peymana agirbestê, û hejmara şehîdan ji encama binpêkirinê giha 271an, 25 jin û 34 zarok di nav wan de hene.

Li gora serjimara ko Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî amade kiriye, bêhtirê binpêkirinan li gundewarê Helebê yê başûr û Wadî Bereda li gundewarê Şamê û gundewarê Hema û Dera bûne, û hermên di bin kontrola Daişa tirorist de ne di hejmarê de ne.

Hevbendiya Niştimanî berdewamkirina desthilata Beşar û Îranê û Milîtanên tirorist yên bi ser wan ve di binpêkirina peymanê de û pêkanîna tawanên cengê û bi taybetî li herêma Wadî Bereda pirotesto kir, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û aliyên dabînker kir, ji bo êrîşan yekser rawestînin, û yên ko binpêkirinan dikin pirotesto û siza bikin.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Hilîkopterên Rêjîmê Di Sala 2016an De 13hezar Bermîlên Teqîner Avêtine