Toreya Sûriyê ya Mafên Mirovan got ko hêzên Rêjîmê di sala 2016an de 13hezar bermîlên teqîner bi ser herêmên rizgarkirî de berdane, û bi sedan sivîl şehîd ketine.
Toreyê diyar kir ko mezintirîn hejmara bermîlan bi ser parêzgeha gundewarê Şamê de bû, di pey re Heleb û Hema û Idlib tên. Û destnîşan kir ko bi sedema bombebarana bermîlên teqîner 635 sivîl ji nav wan jî 160 zarok û 80 jin hatine kuştin.
Bêtir got ko bombebaranê 97 navendên zindîdar û 23 navendên olî û 28 bargehên bijîşkî hin jê beşek ji wan û hin bi tekûzî wêran kirine.
Hejmara binpêkirinên peymana agirbestê ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî gihaye 399 caran, piştî 11 rojan ji peymana agirbestê, û hejmara şehîdan ji encama binpêkirinê giha 271an, 25 jin û 34 zarok di nav wan de hene.
Li gora serjimara ko Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî amade kiriye, bêhtirê binpêkirinan li gundewarê Helebê yê başûr û Wadî Bereda li gundewarê Şamê û gundewarê Hema û Dera bûne, û hermên di bin kontrola Daişa tirorist de ne di hejmarê de ne.
Hevbendiya Niştimanî berdewamkirina desthilata Beşar û Îranê û Milîtanên tirorist yên bi ser wan ve di binpêkirina peymanê de û pêkanîna tawanên cengê û bi taybetî li herêma Wadî Bereda pirotesto kir, û daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û aliyên dabînker kir, ji bo êrîşan yekser rawestînin, û yên ko binpêkirinan dikin pirotesto û siza bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî