Hin berpirsên di nava Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê diyar kirin ku Rûsya xwe xiste nav astengiyan de bi sedema piştevaniya berdewam ji rejîma Esed re, û tekez kirin ku pêwîste Rûsya bêalî be da bibe beşek ji operasyona siyasî.
Herwiha Endama Hevbendiya Niştîmanî Ruba Hebûş balkişand ser wê yekê got ku Rûsya nikarîbû bibe aliyekî dabînker ji rejîmê re derbarê rêkeftina agirbestê, û lêzêde kir ku gelek zehmetî ketine ser milê Rûsya bi sedema bicihneanîna sozên xwe yên navdewletî.
Hebûş got ku Mosko ji erkên xwe wek aliyekî dabînker direve ji bo berjewendiyên xwe û vê yekê hişt ku rejîma Esed sivîlan bombebaran bike û çekên qedexekirî û di serî de çekên kîmyawî bikar bîne wek çawa ku li Xanşêxûn li Gundewarê Idlibê kir.
Ji aliyê xwe ve, Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê Mihemed Coce rexne li bombebarankirina himbiz ya Rûsya li ser deverên rizgarkirî girt ku di encamê de hejmarek mezin ji welatiyan şehîd û birîndar ketin.
Û li gor serjimariyeke rojane şana ragihandinê ya Hevbendiya Niştşmanî amade dike, hejmara binpêkirinên hêzên Rûsî di heyma du rojên derbasbûyî de 50 binpêkirin derbas kir, piştî bombebarankirina zêdetir ji 49 bjar û bajarokan.
Herwiha hejmara binpêkirinên Rûsya û rejîmê ji rêkeftina agirbestê re ji destpêka meha Nîsanê 840 binpêkirin in, di nava wan 254 binpêkirin ji aliyê Rûsya ve û 586 binpêkirin ji aliyê rejîma Esed û milîsên Îranê yên li kêleka wî şer dikin.
Coce tekez kir ku ku pêkanîna agirbestê gelekî giring e, û tekez kir ku pêwîste rejîma Esed wan deverên ku piştî rêkeftina Enqera di 30 Çilê Pêşîn kontrol kirine vegerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî