Hin berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kirin ku rêkeftinên agirbestê ber bi hilweşînê de diçin, û cext kirin ku berpirsyaretiya vê yekê bi tevayî dikeve li ser milê Rûsiya.
Ev daxuyaniyên berpirsên Hevbendiyê di çavpêketinekê de bi rêka bazinekî tevliziyonê yê daxistî (CCTV) di navbera çend endamên desteya siyasî û serkirdeyên gundewarê Hemayê û bakurê Himusê de hatin, ku têde dumahîktirîn pêşhatên meydanî û êrîşên leşkerî yên Rijêmê û milîsên Îranê li ser sivîlan hatin gengeşekirin.
Serkirdeyên gundewarê bakurê Himusê bal kişandin ku ew bitirs in ji pêkanîna êrîşeke leşkerî li dijî sivîlên navçeyê, û amaje bi wê yekê kirin ku Rijêm bi awayekî tewaw bi rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” pabend nebûye, û ev yek vegerandin dorpêçkirina navçeyê, û herwiha hatin li ser rojeva rewşa sivîlên bajarên ” Elhola û Teblîsê” ya zehmet, û serkirdekî gundewarê Hemayê diyar kir ku komelgehên koçber û sivîlan rastî bombebaranê dibin hevdem ku hîç pêdawîstiyên jiyanê li wan komelgehan peyda nabin, ku têde nêzîkî 50 hezar mirovên ji çar salan ve dorpêçkirî libin barên giran yên jiyanê dijîn.
Endamên desteya siyasî tekez kirin ku agirbest yekem pêgava ber bi çareseriya siyasî ye, û hişyarî dan ji helweşandina piroseya siyasî bi carekî bi sedema berdewamiya bombebaran û binpêkirinan.
Û tevaya berpirsyaretiya vê yekê xistin stûyê Rûsiya ji ber ku gerantorê rijêmê ye, û daxwaza parastina sivîlan ji civaka navdewletî û NY kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî