Monday, 18 August 2014 00:00

kargêriyên tevayî(workşop) ji bo pişgîriya deverên Sûrî yên dorpêçkirî

Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, hin kargêriyan(workşopan) li bajarê Entaba Tirkiyê rêkdixe, bo dîtina şêwazên alîkarîkiriyan ji xweragirên navçeyên dorpêçkirî re, û pêşniyarkirina pirojeyên sûdmend bo navçeyên ne di bin Kontrola rêjîmê de ne.
Workşop îro bi gotina Mihemed Qedah cîgirê serokê Hevbendiyê destpêkir, yê ku  li ser pêdiviya " gihandina hemû şêweyên alîkariyê yên siyasî ragihandinî, darayî û locistî bo bajarên dorpêçkirî"tekez kir, û amaje bi pilanameya pêşniyarkirî kir bo dîtina çareyên şûngir di rewşa şiyanên sinordarkirî û bêdengiya civaka navdewletî ya ku " Em neçar kirin da kar bikin bo dîtina çareseriyên dîtir û van Workşopan li darxin bo alîkariya xweragiriya navçeyên dorpêçkirî li ser sê teweran, tewerê pîşesaziyên xwarinê, û tewerê wizeya vejînkar û samanê çandinî û giyanewerî" .
 Ji aliyê xwe ve Encûmena parêzgeha Humsê pirojeyê Wizeya Rojê pêşniyar kir " wek wizeyek alternatîv  ji tinebûna sûtemenî û elektrîkê re li parêzgeha Humsê, û ji ber pêwîstiya bilez ya elektirîkê û sûtemeniyê, encûmena navhatî  bi sazkirina 60 yekîneyên biçûk û yekîneyeke mezin bo nexweşxana (dar Elşefa) ya li bakur Sûriya rabû" li gor ronkîrina endamekî encûmena Humsê.
di heman mijarê de,Yekîneya Hevrêziya Piştgîriyê, giringtirîn pirojeyên pê radibe pêşkêş kirin û herwiha pirojeyên çavrêkirî bo qonaxa bê diyar kirin, ku jivwn beşan pêk tên  " pirojeyê ewlekariya xorakî: çandinî, embarkirina dan û genim, nanpêjgeh, xudîkirina çêlekan, xudîkirina Mirîşkan, xudîkirina kumikên tên çandin, xudîkirina pêz û kîvroşkan û herwiha kargehên şîr û mast,  şûşeyên camî, û şînahî, û pirojeyên tovê genim". herwiha wê ev piroje bên pêşkêşkirin bo Ebdulmecîd Silêman ji Wezareta Samanên Bingehîn û Dahatiyên Av û Çandiniyê " pêşniyarek li ser penageh û tunêlan pêşkêş kir: penagehên sazkirî- çêkirina penageh û tunêlên nû bo şikandina dorpêça li ser navçeyên dorpêçkirî".
 ev çende wê bi rêka Workşopan  bêne encamdan " bi bijartina baştirîn nemûneyên pirojeyan, û kar bo dabînkirina perpêdana wan û belav kirina wan li ser navçeyên pêwîstedar bo Sûde û mifayê ji wan pirojeyan wergirin.
 
Jêder: Hevbendî 
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê kargêriyên tevayî(workşop) ji bo pişgîriya deverên Sûrî yên dorpêçkirî