Îro duşembê, Şandeya Desteya Dilind ya Danûstandinan bi serokatiya Nesir Elherîrî dighêje bajarê Cinêvê yê Siwêsrî, da beşdariyê di gera nû ya danûstandinan de bike, ya ku wê sibe sêşembê dest pê bike, bi armanca pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryarên rewaya navdewletî.
Û hejmarek ji berpirsyarên rikberiya Sûrî, tekezî li ser serkeftina kongireyê rikberiya Sûrî yê duwem ê berfireh ê li Riyadê yê roja pêncşema bûrî bidawî hat kiribûn.
Û serokê desteya bilind ya danûstandinan ,Nesir Elherîrî, di kongirekî rojnamevanî de piştî civînê tekez kiribû ku hemî aliyên nûnerîtiyra şoreşê dikin bûne yek, û Karin dest bi danûstandinên yekser bi rêjîma Esed re bikin, ji bo cîbecîkirina veguhestina siyasî li gor lêvegerên nevdewletî.
Û her weha herîrî got ku rikberiyê berê xwe daye cinêvê da danûstandinên rasterast bike, û ew amade ye danûstandinan derbarê hertiştî bike.
Her weha Herîrî got ku Yekîtiya Oropî pîrozbahiya rikberiya Sûriyê, û D. Nesir Elherîrî, û Erebistana Siûdî kiriye, li ser ked û karên kirine ji bo biserxistina kongir. Û nûnera bala ya karûbarê derekî di Yekîtiya Oropî de, Fedrîka Mogerînî, got ku tişta çêbû nîşaneke giring e li ser ku pirosesa çûna ber bi danûstandinên raseqîne li cinêvê heye.
Û Mogrînî weha jî got:” Yekîtiya Oropî hêvîdartir bûye ku rê xweş bûye li pêşiya danûstandinên Cinêvê ji bo standina biryrên berbiçav di nav aliyên Sûrî de, tevlî biryarên derbarê Hukumraniya Veguhêz û destûrê û helbijartinên azad û durist di bin çavdêriya NY de.
Û her weha Mogerînî tekezî li ser giringiya rawestandina têkçûna rewşa mirovî û bidawîanîna êrîşkirina ser sivîlan wek yên vê dawiyê li bajarê Etarib a gundewarê Helebê û Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê çêbû, û tekezî li ser giringiya nehêlana astengiyên nahêlin alîkariyên mirovî bigihên tevaya deverên Sûriyê kir.
Û beyana dawî ya kongireyê Riyadê yê rikberiya Sûrî, tekezî kiribû ku ti cihê Esed û bendeka wî ya desthilatdar di qonaxa veguhestina siyasî de li Sûriyê tune ye, û beşdarên kongir cext li ser pabendiya xwe bi piransîbên şoreşa Sûrî û mafên gelê wê di bidestxistina azadiya xwe de kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî