Duh sêşembê ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel şandekê ji wezareta derve ya Çînî civiya, herdu aliyan pêşveçûnên meydanî û yên mirovî yên aloz ko çend herêmên Sûriyê têde dijîn bi sedema êrîşên leşkerî yên berdewam ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve gengeşe kirin, her weha li ser kongirê Sotşî yê çaverê ye hefteya dahatî lidar bikeve rawestiyan.
Serokê ofîsê Ebdulehed Istêfo got ku gerek Çîn roleke wê ya mezintir hebe û li ser seredaneke nêzîk bo Pekînê lihev kirin.
Istêfo got ‘’operasiyona siyasî biyekcarî rawestiyaye‘’, û bêtir got: ‘’ çi pêşketin di di naveroka biryarên nadewletî de nîn e‘’, ew jî bi sedema miqeresiya rêjîmê ko ne jidil beşdarî operasiyona siyasî dibe.
Istêfo bal kişand ser ko rêjîm herdem li gora pirinsîba “serkeftî û têkçûyî” diçe, û dixwaze mercên xwe di rêya çareseriya leşkerî re feriz bike, û ew bi cîbicîkirina biryarên navdewletî û damezirandina desteya desthilatiya veguhêz ya ko desûrê datîne û dihêle hilbijartin çêbibin ne behwer e. Û ew dijî naveroka biryarên navdewletî ye yên ko li ser çareserkirina siyasî li Sûriyê tekexz dikin.
Û got : negihiştina çi encaman derbarê operasiyona siyasî, derî li ber lidarxistina gelek kongir û civînan vekir, û niha gotin hemû li ser kongirê Sotşî yê ko Rûsya çavdêriyê dike ne.
Istêfo diyar kir ko hevrikiya Sûriyê çi pêzanînên tekûz li ser kongir nîn in, ne ji hêla lîsteya kar an yên bêne vexwendin û ne jî li ser rola netewên yekbûyî.
Dîma Mûsa endama fermanberiya ofîsa derve, destnîşan kir ko dosya mirovî ya ko guhastine ‘’Astane’’, çi pêşketin tê de çênebû . Û tekez kir ko herêmên kêmkirina şerî wêran dibin û ew lihevkirin biyekcarî ber bi nemanê de diçe , hem jî rêjîm daxwazên rakirina dorpêçê ji ser bajar û bajarokên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî û berdana girtiyan red dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî