Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku ew êrîşên ku hêzên rêjîmê û Rûsiya dijî sivîlan li Şamê û gundewarê wê û her weha li gundewarê helebê pêktînin, merem jê têkbirina çareseriya syasî ye, bi riya binpêkirina rêkeftinan û berdewamiya kuştin û tawankariyan.
Û bidehan kes şehîd û birîndar ketin ji encama bombebarankirina rêjîmê ji bajar û bajarokên Xûta Şamê ya rojhilat ya dorpêçkirî re, her weha bidehan jî şehîd ketin û birîndar bûn di bombebarana Rûsiya ji bazargeha bajarê Etarib re li gundewarê Helebê, û ew dever tev jî ji yên rêkeftina kêmkirina asta şer in.
Û di daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî de hatiye ku 37 şehîd li Xûta rojhilat ketine, û bêhtir ji 200 kesî birîndar bûne ji ber dever tûşî bêhtir ji 1000 aviştokên hawinê û 35 mûşekên goşî û zêdetir ji 130 êrîşên asîmanî bûne,
Û Hevbendiyê amaje kir ku hêzên Rêjîmê xaza kilora şehrîn ya qedexekirî roja pênşembê 17ê çiriya paşî bi kar anîye, dema deverin li Heresta ya Xûta rojhilat armanc kirin, her weha helîkopterên wê bermîlên teqîner yên kilor di wan de bi ser Bêt Cin li gundewarê Şamê yê rojhilat de avêtine, û Hevbendiyê dît ku ev binpêkirin e ji biryara Encûmena Ewlekariyê re ya nimare 2209 û ya 2235, û bumbebarankirina Bêt Cin bû sedema çêbûna bêhnçikandinê piştî belavbûna bêhna kilorê û dûyekî rengê wî zer bû.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Rêjîm û hevalbendên wê hewldanê berdewam ji bo astengkirina karê komîta vekolînê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê dikin, di riya karên diblomasî re li Encûmena Ewlekariyê yan jî bi riyên tewankariyan û pêkanîna tewanên bêhtir li ser xakê.
Û daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî û dewletên dostên gelê Sûriyê xwest ku van êrîşan şermezar bikin û erkên xwe hilgirin û fişareke rastî bidin ser Rêjîmê û hevalbendên wê ji bo bi mercên çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî û lêvegera Cinêv1 pabend bin, û hevbendiyê dît ku têkbirina pêvajoya siyasî armancek sereke û take-bijardeya rêjîmê û hevalbendên wê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî