Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, piştgiriya xwe li kêleka miletên Îranê ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe û piştgiriya xwe ya tekûz ji bo serhildana xelkê Îranê tekez kir.
Û Hevbendiya Niştimanî duhî di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji bo maf û azadiya miletan di jiyaneke birûmet de li jêr hikumkraniyeke dadmend ya li ser dadperewerî û azadiyê û yeksaniyê avakirî be, û têde berpirs berpirsyar bin li pêş damudezgehên rasteqîn û helbijartî tekez kir.
Hevbendiyê cext kir ku tawankarî û serkutkirina bêdilovanî ya rijêma Îranê pêrew dike li dijî xwepêşenderan, nabe fakterê peydabûna çareseriyê bo ti kêşeyê, eger ew kêşe ji koka xwe de çareser nebin.
Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir ku siyasetên tepeseriyê nikarin milet bêdeng bikin, û sedemên nerazîbûna milet bi dawî nabin, ewên berê jî dubare bibûn ji ber berdewamiya stem û gendeliyê û nijadperistiyê, ku ew bi xwe binyata giştî ya rêveberiya damudezgehên siyasî û abûrî yên heman rijêmê ne, û bi sedema wê ev çendîn car in li Îranê ev nerazîbûn dubare bûne, ji wan Şoreşa Kesk ya sala 2009’an, û xwepêşandanên sala 2011’an, û serhildana Mehebadê li sala 2015’an.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku rijêma Îranê siyaseta xwe pêrew dike li ser binemayê hinartina qeyranên navxweyî bi rêka peydakirina şer û nakokiyan, û tevî piştgiriya rasterast ya ji bo rijêma Esed li dijî daxwazên miletê Sûriyê, û beşdariya wê ya bi dirêjahiya çend salan bi rêka piştgiriya leşkerî û şandina milîsên mezhebperist di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de û hewlên wê yên berdewam bo cîbicîkirina pirojeyê guhertina demografî li Sûriyê, û encamdana kiryarên pakirina nijadperestî û mezhebî, û belavkirina bîruboçûnên tundrew li Îraq û Yemen û li çend navçeyên din.
Hevbendiyê piştevaniya xwe anî ziman ji “xebata aştiyane ya miletê Îranê re, yê ji ber stem û zordestî gendeliyê ya bi dirêjahiya salan serî hildaye”.
Hevbendiyê di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz ji Îranê kir ku helakirina mal û samanên welat ji bo şer û nakokî û piştgirî û peydakirina girûp û tîmên teror û kuştinê rawestînê, û ev yek bi “mercekî serekî yê pêşwext dît, da Îran vegere rola xwe ya erênî ya li ser binemayê rêzgirtina li vîn û îradeya miletan û berjewendiyên hevbeş”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî